Li parzûngeha petrolê ya Bêcî teqînek rû da
Li parzûngeha petrolê ya bajarê Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedînê teqînek bihêz rû da. Di derbarê ziyanên canî de agahî nehatine parvekirin.

Li gor Ajansa Rojnews’ê di saetên sibehê de li parzûngeha petrolê ya bajarê Bêcî ya Iraqê teqînek bihêz rû da.
Teqîn di beşa berhemanîna rûn de pêkhatiye. Heta niha ziyanên canî û madî yên teqînê nehatine eşkerekirin. Di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Parzûngeha Bêcî yek ji parzûngehên sereke yên Iraqê ye. Di sala 1978’an de hatiye avakirin.
130 kîlometre dikeve bakurê Bexdayê. Ji sêyan yekê berhemê nefta navxwe ya Iraqê li vê parzûngeê tê hilberandin.