Jinan pirsgirêka hevdûberdanê, şantaj û tundiya elektronîk gotûbêj kirin

Jinên çalakvan, rewşenbîr û kesayetên siyasî yên bajarê Helebê di komxebatekê de hin mijarên civakî yên mîna berdanê û tundiya elektronîk gotûbêj kirin.

Jinan pirsgirêka hevdûberdanê, şantaj û tundiya elektronîk gotûbêj kirin
Jinan pirsgirêka hevdûberdanê, şantaj û tundiya elektronîk gotûbêj kirin
Jinan pirsgirêka hevdûberdanê, şantaj û tundiya elektronîk gotûbêj kirin
Jinan pirsgirêka hevdûberdanê, şantaj û tundiya elektronîk gotûbêj kirin
Jinan pirsgirêka hevdûberdanê, şantaj û tundiya elektronîk gotûbêj kirin
Jinan pirsgirêka hevdûberdanê, şantaj û tundiya elektronîk gotûbêj kirin
17 tebax, 2025   16:04
HELEB

Mala Jinan bi hevkariya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan li bajarê Helebê, der barê diyardeya berdanê û tundiya elektronîk komxebatek li dar xist.

Endamên rêxistinên jinan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin tev li komxebatê bûn. Komxebat li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

Di komxebatê de du mijar hatin gotûbêjkirin. Ya yekem, bi sernavê "Hevdûberdan û bandora wê li ser civakê", ji hêla rêvebera Mala Jinan, Mewlûda Sîdo ve hate birêvebirin.

Mewlûda têgeha hevdûberdanê pênase kir û diyar kir ku ew ne tenê cudabûna di navbera hevjînan de ye, lê pirsgirêkek civakî û psîkolojîk e ku bandorê li hemû civakan dike. Mewlûda destnîşan kir ku çend sedemên zêdebûna bûyerên hevdûberdanê hene. Ya herî girîng şerê taybet ê ku ji bo hilweşanidina malbatan tê kirin, bêkarî, zextên aborî û nebûna diyalogê di navbera hevjînan de.

Mijara duyemîn, ji hêla endama Rêxistina Sara Zeyneb Elîko ve hate birêvebirin. Zeyneb bal kişand ser tundiya li dijî jinan bi taybet tundiya elektronîk.

Zeyneb behsa zirarên ji ber şantajkirina elektronîk derdikevin kir û got ew nexweşiyên derûnî, laş çêdikin, têkiliyên civakî hildiweşînin.

Piştî her du mijar hatin nîqaşkirin, beşdarên civînê jî nêrînên der barê wan mijaran de anîn ziman.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)Necwa Ehmed, hinek çareserî anîn ziman. Necwa diyar kir ku divê têkiliyên li ser bingeha rêzgirtin û baweriya hevbeş di navbera zayendan de werin avakirin, navendên şêwirmendiyê yên pispor ji bo çareserkirina nakokiyên zewacê û peydakirina piştgiriya psîkolojîk werin vekirin, û qanûnên ku parastina malbatê dikin û mafên jinan diparêzin werin bicîhanîn.

Endama Kongra Star Aras Kormisto bal kişand ser girîngiya perwerdekirina nifşan li ser exlaqê baş û nirxên bilind, ku ev yek dê bibe alîkar ku hişmendiya civakê bilind bibe û pirsgirêkên civakî yên ku rola jinan qels dikin û statuya wan sînordar dikin ji holê rake.

(k)