Êrişên li ser Dêrazorê hatin şermezarkirin

Êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.

12 tebax 2024   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji êvara roja sêşemê ve hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî êrişî gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê dikin. Di encama êrişan de 14 kes şehîd bûne û 26 kes birîndar bûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda êriş şermezar kirin.

EYN ÎSA

Şêniyên gundewarên rojhilatê bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê li gundê Şêx Hesen kom bûn û daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de komkujiyên ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî li gundewarên Dêrazorê kiribûn, hatin şermezarkirin. Her wiha piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan û soza parastina herêmê dan.

HOL

Meclisa Bajarê Holê yê kantona Cizîrê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya Navenda Perwerdeyê dest pê kir û û deriyê têketina bajar bi dawî bû. Li wir şêxê eşîra Xewatine Ebas Ebûd El Sultan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dê bi hevgirtina bi QSD’ê re û kombûna li dora Rêveberiya Xweser planên derxistina fitneyan li Dêrazorê têk bibin.

Di dawiya meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê hatin berzkirin.

TIL BIRAK

Şêx û rûspiyên eşîrên Til Birakê jî têkildarî êrişên li ser gundewarên Dêrazorê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Til Birakê ji aliyê yek ji rûspiyên qebîleya El Cibûr, Ehmed El Hiwêder ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser şêniyên Dêrazorê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Em bi QSD û hêzên Asayîşê re ne ku di oxira parastina welat de berdêlên giran didin. Ev hêz zarokên me ne û xwîna wan ji bo me buha ye. Em bang dikin ku rijandina xwînê rawestînin û ji bo birina civak û gelê me ber bi azadî û edaletê ve bixebitin."

TIRBESPIYÊ

Rûspiyên êla El Cewale El Taiye daxuyaniyek da. Rûspiyê êlê Mihemed Zêdan li pêşiya navenda TEV-DEM`ê ya bajarê Tirbespiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên çeteyan hatin şermezarkirin û hate gotin: "Em ji wan re dibêjin ew nûnertiya me nakin. Ew ji nirxên êlan dûr in. Em tevahî projeyên li dijî ewlehiya herêmê red dikin. Em bang li her kesî dikin ku yekitiya Sûriyeyê biparêzin. Em komkujiya li gundê Dehle û Cidêd Bagara çêbûye, şermezar dikin.

ŞEHBA

Rûspiyên êlên kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da û êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.

Endamê Dîwana Rûspiyan Îbrahîm Xelîl li pêşiya navenda dîwanê ya li bajarokê Wehşiye daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî Dêrazorê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca êrişan derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de ye.

MINBIC

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê daxuyaniyek da. Endama rêveberiya nivîsgehê Senaa Receb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên zarokan û şehîdan hate xwestin û hate diyarkirin ku armanca êrişan têkbirina ewlehiya herêmê ye û bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku erkên xwe li hember van sûcan bînin cih û hesab ji sûcdaran bipirsin.

DÊRAZOR

Şênî û endamên saziyên Dêrazorê jî bi daxuyaniyekê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî şermezar kirin. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Herêma Rojava ya bajarê Kesra yê kantona Dêrazorê ji aliyê endamê Hêzên Parastina Civakî Hesen Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em êrişên hovane yên bê serûber ên millîsên Dîfa El Wetenî yê girêdayî hikumeta Şamê yên li ser zarok, jin û sivîlan û milkên wan şermezar dikin. Şêniyên kantona Dêrazorê li dijî van êrişan û kesên li pey wan mil bi milê bi hêzên xwe yên leşkerî re ne. Ev êriş israra me ya parastina heêrmên ku bi xwîna şehîdên me hatine rizgarkirin têk nabe. Em ê rê nedin tu kesî xaka me qirêj bike. Giyanê me fedaî xka me û fikrê rêbertiya me Abdullah Ocalan e."

(bb-şx)