Jin û zarokek êzidî radestî YJŞ/YBŞ`ê hatin kirin

YPJ`ê û Mala Êzidiyan jina êzidî Tawaf Çeto û zaroka bi navê Xunav ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin û di 1`ê Tebaxê de hatibûn rizgarkirin, radestî YJŞ û YBŞ`ê kirin.

Jin û zarokek êzidî radestî YJŞ/YBŞ`ê hatin kirin
Jin û zarokek êzidî radestî YJŞ/YBŞ`ê hatin kirin
12 tebax 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê jina êzidî Tawaf Dawûd Çeto (24) û zaroka bi navê Xunav ku di 1`ê Tebaxa 2024`an ji çeteyên DAIŞ`ê hatibûn rizgarkirin, radestî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedanan Şengal (YBŞ) kirin. 

Şande ji aliyê YPJ, Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê û Desteya Jinan ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de berdevka YPJ`ê Rûksen Mihemed diyar kir ku ew ê li ser soza xwe ya piştgirîdayîna civaka êzidî û gelê Şengalê bin.

Fermandara YJŞ’ê Hêza Şengal jî spasiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Mala Êzidiyan kir û wiha got: “Ji 2014`an ve ji milê YPJ`ê ve bi sedan jin û zarokên êzidî tên rizgarkirin. Planên li dijî civaka êzidî ji milê PDK`ê û Iraqê ve dîsa jî dixwazin wê fermanê dubare bikin, heta dawiyê wê berxwedan û têkoşîna me dewam dike.”

YPJ`ê 1`ê Tebaxê ragihandibû ku wan jinên êzidî Ezîze Xalid li Kampa Holê, Tawaf Çeto jî li ser sînorê Sûriyê-Iraqê rizagar kirin û bi wan re zaroka êzidî ya bi navê Xunav a ku li cem Ezîze Xalid mezin bûye, rizgar kirin.

ANHA