Êrişên li ser Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê didomin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî Bendava Tişrînê yê gundewarê başûrê Kobanê dikin Li hember van êrişan şervanên QSDˋê derbên giran li wan didin.

Êrişên li ser Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê didomin
18 kanûn, 2024   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, di van kêliyan de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên li bendava Tişrînê ya gundewarê başûrê Kobanê bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker didin. Çete bi doçka û guleyên hawanê êriş dikin.

Ev 10 roj e êrişên dagirkeriyê dewam dikin û li hember wê şervanên QSDˋê bersivên giran û biêş didin çeteyan.

(fr)