Pedersen hêvî kir ku agirbest bidome

Nûnerê NY'ê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku ew bi hêvî ne agirbesta li Sûriyeyê dewam bike. Li aliyekî din jî şeva berê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest bin pê kir.

Pedersen hêvî kir ku agirbest bidome
18 kanûn, 2024   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê NYˋyê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di civîneke çapemeniyê de banga lidarxistina hilbijartinên edalet û serbest li gorî biryara 2254ˋan kir.

Pedersen got, "Li gorî biryara 2254ˋan niha destpêkeke nû li Sûriyeyê heye. Em ê destûreke nû weke hevpeymana civakî ya nû ji bo tevahî Sûriyeyê saz bikin. Piştî qonaxa derbasbûnê em ê bibin şahidê hilbijartinên serbest û zelal."

Pedersen anî ziman ku hin li hin herêman astengî hene û yek ji wan astengiyan rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye. Pedersen bi wê yekê îşaret bi êriş û gefên bênavber ên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Pedersen diyar kir ku ew bi hêvî ye agirbest bidome, lê hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker ji şeva duh ve êrişî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê yên li başûrê bajarê Kobanê dike û agirbestê bin pê dike.

(mh/fr)