Êrişan belavkirina mazot û xazê da sekinandin

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ku navendên xizmetguzariyê dikin hedef, li Kantona Cizîrê belavkirina mazota zivistanê ya ji bo welatiyan û xaz bi awayekî demkî hat sekinandin.  Li gorî Karêgeriya Sotemeniyê dibe ku di dema pêş de seatên dayîn ceyrana jeneratorên taxan jî bên kêmkirin.

Êrişan belavkirina mazot û xazê da sekinandin
26 cotmeh, 2024   13:14
QAMIŞLO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji êvariya 23’yê Cotmehê (2024) ve li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, ziyanek mezin daye navendên xizmetguzariyê. Ji ber êrişan gelek navend ji xizmetê derketin, lewma pêwîstiyên welatiyan jî nayên bicîhanîn. 

Li gorî agahiyên ku Hevserokê Karêgeriya (Midûriyet) Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê Ciwan Îbrahîm dane ANHA’yê, navendên neftê yên ku pêdiviya sotemeniyê û xazê yên 20 bajarên Kantona Cizîrê pêşwazî dikin, ziyan dîtiye. Lewma sotemeniya li van bajaran dihat belavkirin, ji sedî 50 kêm bûye.

Ji ber ziyana derketiye holê, belavkirina mazota zivistanê ya ji bo welatiyan dihat dayîn, ji bo demekê hatiye sekinandin. Mazota ku niha di destê Karêgeriya Sotemeniyê de maye, ji bo saziyên xizmetguzariyê yên weke firin, aş, veguhestin, bîrên avê û jenaretorên ceyranê tê bikaranîn.

Ciwan Îbrahîm da zanîn dibe ku di dema pêş de saetên dayîn ceyrana jenaretoran jî kêm bibin.

Ciwan Îbrahîm diyar kir ku li kantonê bi giştî li 425 hezar malbatan mazota zivistanê tê belavkirin, lê wan heta niha li 300 hezar malbatan belav kiriye; 125 hezar malbat hîn li benda mazota zivistanê ne.

Ciwan Îbrahîm destnîşan kir ku belavkirina xaza mitbexan jî, hatiye sekinandin.

(sb/a)

ANHA