Êrişa Îsraîlê ya li dijî başûrê Beyrûtê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih da hewldana kuştina sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrella û nakokiyên di nava Hizbullahê de têkildarî şerê bi Îsraîlê re.

Êrişa Îsraîlê ya li dijî başûrê Beyrûtê rojeva rojnameyên erebî ye
28 îlon, 2024   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Nehar a Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Şerekî giştî teqiya" weşand. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku piştî êrişa duh a li dijî başûrê Beyrûtê heke Hesen Nesrella hatibe kuştin, tiştekî wekî berê namîne. Lê heke Nesralla ji êrişê xilas bûbe jî, dê geşedanên xeternak rû bidin. Di her du rewşan de jî Îsraîlê bi êrişa duh şerekî giştî da destpêkirin. 

NAKOKIYÊN DI NAVA HIZBULLAHÊ DE

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê heman mijarê de diyar kir ku di nava Hizbullahê û hevalbendên wê yên xwecih de nakokî hene û ev nakokî Hizbullahê rûbirûyî jihevketinê dihêle, nemaze ku rexneyên li dijî wê û windahiyên êrişên Îsraîlê zêde bûne.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji rojnameya Wall Street Journal wergirtine, diyar kir ku nakokî di nava Hizbullahê de têkildarî şer hene. Heta di mijara bersivandina êrişan an jî derengmayîna piştgiriya Îranê de nakokî derketiye.

Rojnameyê îşaret bi helwesta serokê Partiya Tewhîd El Erebî Wîam Wehab kir ku aşkera ji sekreterê giştî yê Hizbullahê re gotiye ku lubnanî bi gelemperî piştgiriya şer nakin û di heman demê de got: "Çima Hizbullah bi tena serê xwe ji bo piştgiriya Xezayê şer dike? Çima Lubnan li şûna misilmanan dê şer bike?"

Rojnameyê diyar kir ku ji van daxuyaniyan diyar dibe ku gelek kes li dijî şerê bi Îsraîlê re bêyî hikumeta Lubnanê ne û gelek hevalbendên Hizbullahê destek nedaye şerê Hizbullahê yê ji bo piştgiriya Xezayê.

Rojnameyê bi bîr xist ku ji daxuyaniyên Wehab diyar e ku alîgirên Hizbullahê ne amade ne encamên şerê bi Îsraîlê re tehemul bikin, lê jê dixwazin ku ji bo bi hezaran koçberan navendan peyda bike.

Rojnameya Wall Street Journal jî ku agahiyên xwe ji kesên nêzî Hizbullahê wergirtine, diyar kir: "Endamên Hizbullahê dibêjin Hizbullahê bi rêbaza tê xwestin bersiva êrişan nedaye. Ew ji helwesta Tehranê bedbîn in ku ji bo piştgiriya hevalbenda xwe tu gav neavêtine.”

KÎ DÊ ŞÛNA NESRALLA BIGIRE?

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser diyarkirina fermandarên rêxistinên mîna Hizbullahê û ragihand ku heke Nesralla hatibe hedefgirtin, îhtimal heye kurê xalê Nesralla û zavayê Qasim Silêman û fermandarê berê yê Feyleq El Quds a Pasdarên Îranê Haşim Sefî El Dîn şûna Nesralla bigire.

Li gorî rojnameya Şerq El Ewsat Sefî El Dîn di şekl û cewher de mîna Nesralla ye. Ji 1994`an ve amadekarî hene ku şûna Nesralla bigire. Ji bo serokatiya meclisa rêveber a Hizbullahê ji Qimê hate Beyrûtê. Fermandarê ewlehiyê yê berê yê Hizbullahê Îmad Mixeneyê çavdêriya karê wî kiriye.

(şx)