ji malbata Pexşan Ezîzî 3 kes hatin girtin

Dadgeha Tehranê bi tometa ‘Alîkarî û teşwîqkirinê’ sê kesên ji malbata Pexşan Ezîzî girtin û li  wan salek cezayê girtîgehê birî.

ji malbata Pexşan Ezîzî 3 kes hatin girtin
28 îlon, 2024   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzvana mafên jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an li Îranê hat girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn a Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku di bin serokatiya dadger Îman Afsharî de ye cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Li gorî agahiyên ku çalakvanên mafên mirovan ên Îranê dane Ajansa HRANA’yê, Dadgeha Temyîzê ya Tehranê ji malbata Pexşan Ezîzî sê kes yên bi navê Ezîz Ezîzî yê 36 salî Pirşeng Ezîzî yê 48 salî û Hisên Ebasî yê 48 salî girtin û li her yekê ji wan cezayê saleke girtîgehê birî.

Di nûçeyê de hat gotin ku her sê kes bi tometa ‘Alîkarî û teşwîqkirinê’ hatine girtin û salek cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.