Ji 1991 heta 1999'an êriş û planên ku PDK'ê tê de cîh girtiye

Di sala 1991’an de ji bo têkbirina tevgera azadiyê ya gelê Kurd, ji gelek aliyan êriş dan destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de piştî ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk kirin, ew êriş ketin qonaxeke nû. PDK’ê jî di nava wan êriş û planên 9 salan de cihê xwe girt.

Ji 1991 heta 1999'an êriş û planên ku PDK'ê tê de cîh girtiye
13 sibat, 2024   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan di sala 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi teslîmkirina Rêber Ocalan ji dewleta Tirk re dewam kir. Di komployê de aliyekî balkêş jî êrişên hevkarên Kurd bûn.

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku komployê bi êrişa DYA’yê  ya li ser Iraqê ya di çarçoveya Projeya Mezin Rojhilata Navîn de dest pê kiriye û di parêznameya xwe ya bi navê “Ji Dewleta Rahîban a Sumeran ber bi Komara Gel ve” de dibêje "... Li gel ku Kurdên Iraqê melevanên vê siyasetê bûn, lê di van salên dawî de tê xwestin ku li Tirkiyeyê gavên din werin avêtin” û îşaret bi hevkariya li Başûrê Kurdistanê dike. Jixwe ji sala 1991'an ve têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û partiyên Başûr bêhtir bi pêş ve çûn, bi taybet jî PDK derkete pêş.

Di encama raperînên sala 1991’an de ku li Ranyayê dest pê kirin û li Başûrê Kurdistanê belav bûn, hêzên Baasê bi piştgiriya gerîlayên PKK'ê ji beşeke mezin a Başûrê hatin derxistin, di heman demê de hêzeke navneteweyî ya bi navê “Hêza Çakûç” bi serkêşiya DYA’yê li herêmê hat bicihkirin û qada hewayî ya herêmê li hêzên Iraqê hat girtin. Lê belê êrişên mezin ên îmhakirinê yên dewleta Tirk dest pê kirin. Li aliyê din PDK'ê di van êrişan de roleke aktîf lîst, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê cih vekir, cih nîşan da, agahiyên îstîxbaratî dan û bi rengekî çalak di nav de cih girt. Hin dîrokên ji sala 1991'an heta Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, vê yekê bi zelalî nîşan didin.

HEVDÎTINA BI MÎT’Ê RE Û ÊRIŞ

Li gorî agahiyên di dezgehên cuda yên çapemeniyê û pirtûkan de, di 8'ê Adara 1991'an de li Enqereyê di navbera şêwirmendê Mesûd Barzanî Mûhsîn Dizeyî û Celal Talebanî û musteşarê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Teoman Koman û musteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirk Tugay Ozçerî de civîneke veşartî hat lidarxistin. Di civînê de biryar hat dayîn ku li dijî PKK'ê hevkarî were kirin.

Dewleta Tirk piştî vê hevdîtinê bi qasî 6 mehan di 5’ê Tebaxa 1991’an de bi beşdariya 5 hezar leşker û cerdevanan, bi navê "Operasyona Malaştinê" êrişî herêma Xakûrkê kir. Hat zanîn ku agahiyên îstîxbaratî yên li ser êrişê ji aliyê PDK'ê ve hatine dayîn.

AVAKIRINA NAVENDÊN LEŞKERÎ Û ÎSTÎXBARATÎ, SERDANA ZÊBARÎ YA ENQEREYÊ

Êrişê 16 rojan dewam kir lê berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê êriş têk bir. Piştî êrişê dewleta Tirk a dagirker ji Zaxoyê heta Hewlêrê dest bi çêkirina barehrên leşkerî û îstixbaratê kir.

Di 6’ê Gulana 1992'yan de dewleta Tirk li dijî herêma Behdînanê dest bi êrişa bejahî kir, di heman demê de şêwirmendê Mesûd Barzanî Xoşyar Zêbarî di 8'ê Hezîrana 1992'yan de çû Enqereyê. Piştî hevdîtina bi rayedarên Tirk re, di rûniştina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Başûr a 28'ê Hezîranê de biryara dirêjkirinê hate dayîn da ku Hêza Çakûç li herêmê bimîne.

QETILKIRINA WELATPARÊZÊN BAŞÛRÎ, TESLÎMKIRINA GERÎLAYÊN DÎLGIRTÎ JI DEWLETA TIRK RE

Sadiq Omer, Alî Şaban û Huseyîn Axa ji welatparêzên ji Başûrê Kurdistanê bûn ku serdana Rêber Abdullah Ocalan kiribû. Di mehên cuda yên sala 1992'yan de ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin qetilkirin. Di 17’ê Tebaxa 1992'yan de li navçeya Çelê ya Colemergê gerîlayê PKK'ê yê ji aliyê PDK'ê ve dîl hatibû girtin Salman Alagoz, radestî dewleta Tirk a dagirker kir.

PASAPORTA SOR JI BARZANÎ RE Û BIRYARA ŞERÊ LI DIJÎ PKK'Ê

Di Tîrmeha sala 1992’yan de dema PDK'ê bi Tirkiyeyê re muzakere dikir, li ser navê dewleta Tirk pasaportên dîplomatîk dan Talebanî û Barzanî.

Piştî civîna bi beşdariya PDK û YNK'ê ya li paytexta DYA’yê Washingtonê, biryara yekemîn a parlamentoya di sala 1992'an de li Başûrê Kurdistanê hat avakirin, şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Piştî vê biryarê, di Cotmeha sala 1992'yan de hêzên Tirk tevî PDK û YNK'ê bi navê "Operasyona Tankan" li hemberî gerîlayên PKK'ê êrişeke mezin birin ser Zap, Heftanîn û Xakûrkê. Li gorî hejmarên fermî yên ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine weşandin, zêdetirî 20 hezar leşker, bi hezaran pêşmerge û cerdevan beşdarî vê êrişê bûn. Şerê ku PKK jê re dibêje "Cenga Mezin a Başûr" 45 rojan dewam kir.

Di şer de ji fermandarên gerîlayan Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmaha 1992’yan de li hember xiyaneta PDK’ê li ber xwe da, heta dawiyê şer kir û ji bo ku dîl nekeve, xwe ji zinaran avêt. Têkoşîna şehîd Bêrîtan wek xeta têkoşînê ya jinên azad û Tevgera Azadiyê hate pênasekirin.

Serokwezîrê dewleta Tirk ê wê demê Suleyman Demîrel piştre li têkçûnê bi gotinên "Tirkiyeyê dê yek bida, sê bi bibira lê sê danî, heta nekarî yekê jî bibe.” mikur hat.

HEVDÎTINA NAVBERA BARZANÎ Û ARTÊŞA TIRK DE, ÊRIŞA 1995'AN

Piştî têkçûna mezin, di Kanûna 1992’yan de fermandarê giştî yê cendermeyên Tirk ê wê demê general Eşref Bîtlîs li Başûrê Kurdistanê bi Mesûd Barzanî û Celal Talebanî re hevdîtin kir û piştî demeke kurt li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî hevdîtin çêkir.

19’ê Adara 1995'an artêşa Tirk bi desteka PDK'ê li dijî gerîlayên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê di bin navê 'Operasyona Pola' de dest bi êrişeke nû kir. Li gorî daneyên fermî yên dewleta Tirk 35 hezar leşker tev lê bûn û heta 2’yê Gulana 1995’an dewam kir. Li gorî bîlançoya ji aliyê ARGK'ê ve hatiye aşkerakirin, herî kêm 800 leşkerên Tirk hatine kuştin.

PEYMANA DUBLÎNÊ Û ÊRIŞA NÛ

11'ê Tîrmeha 1995'an li paytexta Îrlandayê Dublînê bi desteka DYA û Brîtanyayê di navbera Tirkiye, PDK û YNK'ê de peymanek li dijî PKK'ê hate îmzekirin. Piştî peymanê, şerê mezin ê bi navê "Şerê Duyemîn ê Başûr" di navbera 26'ê Tebax û 3'yê Kanûna 1995'an de rû da.

Artêşa Tirk di 6’ê Adara 1996’an de ji bo êrişa dagirkeriyê ya bi navê "Operasyona Atmaca" êrişî xeta Zap û Heftanînê kir.

SERDANA BARZANÎ YA LI ENQEREYÊ Û PLANÊN NÛ

Di 18’ê Îlona 1996'an de Mesûd Barzanî çû Enqereyê û ji Tirkiyeyê Barzanî xwest xwe ji Talebanî dûr bixe û bi PKK'ê re şer bike. Dewketa Tirk soz da ku heke ew van mercan bi cih bîne, dê çek û pare bide barzaniyan û daxwaz kir ku Tirkmanên Iraqê li gundên ser sînorê Tirkiye û Iraqê bi cih bikin.

ÊRIŞA BI 50 HEZAR LEŞKER Û PÊŞMERGEYAN Û KOMKUJIYA HEWLÊRÊ

Tifaqa dewleta Tirk û PDK'ê di 14'ê Gulana 1997'an de ji bo têkbirina Navenda Bingehîn a ARGK'ê ya li Zapê dest bi êrişa bi navê "Operasyona Çakûç" kir. Di rojên destpêkê yên êrişê de ku 50 hezar leşkerên Tirk û her wiha hêzên PDK'ê jî beşdar bûn, li Hewlêrê komkujî hate kirin. Di 16’ê Gulana 1997'an de bi dehan gerîlayên PKK'ê yên birîndar ku di nava wan de rojnamevan, hunermend û bijîşk jî hebûn, dema li Hewlêrê dihatin dermankirin ji aliyê PDK'ê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Tifaqa dewleta Tirk û PDK'ê di 25'ê Îlona 1997'an de bi navê "Operasyona Berbangê" li hemberî herêma sînor a Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir.

Piştî 6 mehan, di Gulana 1998'an de bi peymana di navbera dewleta Tirk û PDK'ê de, li Başûrê Kurdistanê bi navê "Operasyona Murat" li dijî PKK'ê êrişeke nû hat kirin.

PEYMANA WASHINGTONÊ

Di 17’ê Îlona 1998’an de bi serokatiya wezîrê karên derve yê DYA’yê yê wê demê M. Albreight Peymana Washingtonê di navbera Mesûd Barzanî û Celal Talebanî de li Washingtonê ya paytexta DYA’yê hate îmzekirin û li ser esasê ku PKK li Başûre Kurdistanê neyê hewandin, pêk hat. Di agahî û belgeyên piştre derketin holê de, ev peyman di çarçoveya Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan de cih girt.

ÊRIŞA NÛ YA BI 15'Ê SIBATÊ RE

Di 1’ê Îlona 1998’an de Rêber Abdullah Ocalan agirbest îlan kir. Li gorî agahiyên di gelek dezgehên çapemeniyê de cih girt, hikumeta Erbakan û Serfermandariya Giştî ya wê demê îdia kir ku ew ê bi agirbestê ve girêdayî bin, lê dest bi êrişeke nû ya mezin kirin. Di Gulana 1999’an de li Başûrê Kurdistanê bi PDK'ê re bi navê "Operasyona Sandwîç" li dijî gerîla êriş pêk anîn. Artêşa Tirk û cerdevanên ji Bakurê Kurdistanê û hêzên PDK'ê yên ji Başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kir.