Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbat li hev anîn

Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbatên ji ber qezayeke trafîkê nakokî di navbera wan de derketibû, li hev anîn.

Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbat li hev anîn
Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbat li hev anîn
Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbat li hev anîn
Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbat li hev anîn
Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbat li hev anîn
Meclisa navçeya Til Temirê 2 malbat li hev anîn
12 sibat 2024   20:23
HESEKÊ

Meclisa navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 malbatên ku piştî qezayeke trafîkê nakokî di navbera wan de derketibûn, li hev anîn. Qeza di 9'ê vê Sibatê de li ser rêya navneteweyî ya Til Temir - Qamişlo rû da, di encamê de welatiyê ji pêkhateya Aşûrî Edîb Nedo Dadîşo jiyana xwe ji dest da. Sûcdarê qezayê jî welatiyê bi navê Fehid Îbrahîm Ebdulqadir bû.

Civîna lihevanînê li hola dêra Qidîsê ya Til Temirê li dar ket. Tê de rûspiyên navçeyê beşdar bûn.

Hevserokê meclisa navçeyê Mihemed Seîd Şêxmûs teqezî bi girîngiya biratiya di navbera pêkhateyan de da.

Birayê Edîb Daşîşo, Josêf Dadîşo piştrast kir ku têkilî di navbera herdu malbatan de wek berê vegeriyan.

Li dawiya civînê endamên herdu malbatan silav da hev.

(mh)