‘Rêbertî ji bo gelên bindest hêvî ye’

Mihemed Cemîl ku bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kiriye, têkildarî hevdîtinê got "Pirsa halê me nekir, pirsa gel kir. Hingî tê gihîştim ku Rêbertî ji bo gelên bindest hêvî ye."

‘Rêbertî ji bo gelên bindest hêvî ye’
13 sibat, 2024   02:34
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Welatiyê bi navê Mihemed Cemîl a sala 1968’an li gundê Kanî Girkê yê navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê ji dayik bûye. Mihemed Cemîl di temenê xwe yê ciwantiye de dest bi lêgerîna azadiyê dike. Di encamên lêgerîna xwe ya li rastiya gelê Kurd de, tevgera xwendekaran anku "Koma Apocî" ya ku bû bingeha avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27’ê Mijdara 1978’an de nas kir.

Dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê di salên 1980’yî de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, Mihemed Cemîl ji nêzîk ve tevger nas kir. Li ser vê yekê li gel birayê xwe Hîlal Cemîl beşdarî çalakiyên rêxistinî yên tevgerê li herêma Aliyan a Girkê Legê dibe û belavokan belav dike.

Hîlal ê di sala 1985’an de Rêber Abdullah Ocalan dibîne, piştî hevdîtinê bi 10 salan bi navê Serxwebûn tev li refên gerîlayên azadiyê dibe. Hîlal di sala 1995’an de li herêma Garê şehîd bû.

11’ê Gulana 1994’an, Mihemed Cemîl tevî 40 kesên din li Şamê Rêber Abdullah Ocalan dibîne.

Mihemed Cemîl ê bavê gerîlayeke YJA-STAR e têkildarî dîtina Rêber Abdullah Ocalan got: "Ez pir kêfxweş bûn, kêfxweşiya min a bi dîtina Rêbertî nayê wesifandin. Pirsa yekemîn a ku Rêbertî ji me kir rewşa gel bû. Hestekî pir cuda bû, ji ber min texmîn dikir ku dê destpêka pirsa halê me bike, piştre ez tê gihiştim sedema vê pirsê. Min yeqîn kir ku Rêbertî ji bo gelên bindest hêvî ye."

Mihemed Cemîl li ser hevdîtinê wiha domand: "Welatparêzekî ji ber pirsa Rêbertî ya li ser rewşa gel gazincên xwe anî ser ziman û got, gel guhdarî kadroyên partiyê nake. Rêbertî ev bersiv da: Bi sedên salan siyasetên qirkirin û asîmîlasyon û înkarê li ser gel hatin meşandin, normal e gel bi hêsanî bawer neke. Ji bo gel ji nû ve were xurtirkirin dê em xebateke xurt pêk bînin."

Cemîl bi van gotinan qala kesayeta Rêber Abdullah Ocalan kir: "Dikare civak û kesayetan analîz bike û çareseriyên guncaw ji bo rêxistinkirina gel û aloziyan re bibîne. Hêzên hegemonîk û kapîtalîst hêza Rêbertî nas kirin, lew ra di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî wî revand da ku wî ji gel dûr bixin."

Mihemed Cemîl ê niha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ye, soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da."

(bb)

ANHA