Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû

Li Reqayê di panêlekê de ku li ser girîngiya aştiya sivîl û pêwîstiya têkoşîna li dijî gotinên nefretê hate sekinandin. Siyasetmedar, çalakvan û rewşenbîrên jin gihîştin wê encamê ku jin di avakirina aştiyê û pêşxistina çandeke jiyana hevbeş de roleke girîng dilîzin. Ji ber ku ew dengekî neteweyî temsîl dikin ku beşdarî xurtkirina pirên baweriyê di navbera civakên cihêreng ên Sûriyeyê de dibe.

Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
Aştiya navxweyî û xîtabê nefretê mijara panelekê li Reqayê bû
4 tebax, 2025   18:53
REQA

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi alîkariya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê panêleke diyalokê bi serenavê “Bi pêşengiya jinên sûriyeyî ber bi civakeke bê nakokî ve" lidar xist.

panêl li avahiya kombûnê ya li Reqayê bi amadebûna endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Meclisa Malbatên Şehîdan, çalakvan û gelek kesan hate lidarxisitin.

Panêl bi beşê destpêkê ku li ser aştiya civakî ye dest pê kir.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Itîmad El Ehmed tekez kir ku pêwîst e aramî û nêzîkbûna di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de were xurtkirin.

Itîmad destnîşan kir ku dûrxistina jinan ji jiyana giştî, çi li ser maseya danûstandinan be çi jî di rewşên nefermî de, civakê ji aştiya sivîl dûr dixe.

Kesên hazir bal kişandin ser dijwariyên ku jin pê re rû bi rû dimînin û girîngiya bihêzkirina siyasî û hişmendiya qanûnî destnîşan kirin da ku jin karibin bi bandor beşdarî avakirina aştiyê bibin.

Her wiha beşdaran anîn ziman ku jin ji hêla rejîmên zordar, hem rejîma Baas hem jî çeteyên DAIŞ'ê ve hatine armancgirtin, lewma divê ev pirsgirêk li ser bingeha aştiya navxweyî bi temamî were çareserkirin.

Piştre nîqaş derbasî beşa duyemîn a panêlê bû ku li ser gotinên nefretê bû. Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya kantona Tebqayê Kefa Sincar axivî û diyar kir ku jin di têkoşîna li dijî gotinên nefretê de roleke girîng dilîzin.

Kefa ragihand ku jin di nav tevna civakê de dengek û roleke girîng di xurtkirina jiyana hevbeş û têkoşîna li dijî sorkirinê de dilîzin, nemaze bi rêya modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di heman çarçoveyê de, rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Kînana Ebdo destnîşan kir ku jin li hundirê Sûriyeyê hîna jî paşguhkirî ne û banga lidarxistina werşeyên kar li mal û taxan kir da ku hişmendiya civakê û têkoşîna li dijî nefretê xurttir bikin.

Di dawiya panêlê de Kefa Sincar bang li her kesî kir ku ji xwe, malbatên xwe û civakên xwe dest pê bikin da ku çanda hezkirin û aştiyê belav bikin, bi berpirsiyariya komînal nefretê red bikin.

(ac/şx)

ANAH