Erdogan û vîna gel! -ZEKÎ BEDRAN

Erdogan û vîna gel! -ZEKÎ BEDRAN
30 adar 2024   10:10

Newroz li Kurdistanê bi heybet hat pîrozkirin. Bi milyonan kesî meydan tijî kirin. Dikare wek beyankirina vîna neteweyî ya gelê Kurd bê nirxandin. Daxwazên gel gelekî zelal bûn. Azadiya Rêber Apo daxwaza sereke bû. Her wiha, tekeziya li ser aştî, azadî û demokrasiyê jî gelekî li pêş bû. Lewma jî dikare wek referandumekê bê dîtin. Êdî rastiyeke bêguman e ku Newroz cejnek e ku di nava Kurdan de bi berxwedanê hatiye naskirin û bi azadiyê tacîdar bûye.

Ev Newroza biheybet ji aliyekî ve jî herî zêde rêveberiya Tirk a faşîst eleqedar dike. Di aliyê naverok û çendaniyê de nîşaneya vê yekê bû ku polîtîkayên wan li Kurdistanê tên çi wateyê. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku Kurdan biçewisîne û wan ji nasname û daxwazên wan ên neteweyî dûr bixe, zext û komkujî bê navber domandin. Lê belê meydanên Newrozê nîşan da ku gel teslîmî van polîtîkayan nebûye û di nasname û daxwazên xwe yên neteweyî de israr kiriye. Ji vê hêlê ve çapemeniya di bin kontrola desthilata faşîst de Newroz nedît û nexwest bibîne. Rastiya ku bi milyonan kesî qad tijî kirin, helbet nûçe ye. Lê ji ber ku hesabên wan xirab bûn, wan xwe li nedîtin û nebihîstinê danî. Ji ber ku li hemberî Kurdan xwedî helwesteke hevpar e, muxalefet bi xwe jî -CHP jî di nav de- û çapemeniya wê jî helwesteke ji ya AKP-MHP'ê cuda nîşan neda.

Me gotibû Erdogan dê guh nede Newrozê û daxwazên gelê Kurd û ji hespê şer peya nebe. Ji ber ku amadekariyên dagirkirina Sûriye û Iraqê ev demeke dirêj e dewam dikin. Çavkaniyên dewletê ji bo amadekariyên hundir û derve seferber kirine. Her wiha dixwaze hilbijartinên şaredariyan ji bo bi leztir bezandina hespê şer bi kar bîne. Nîjadperestî û neteweperestiyê zêde dikin. Lewma hevgirtineke muhtemel a CHP û DEM Partiyê wek "bazareke qirêjî û tarî" nîşan dide. Bi xwe jî bi hêzên nîjadperest û tarî yên wekî MHP û Huda-Parê re bazarên veşartî dike û şîrîkatiyan pê re çêdike. Lê dema partiyên din tifaqekê ava bikin an jî hevgirtinê çêkin, wek xiyanetekê nîşan dide. Dijminatî û marjînalkirin ne şêweyên normal ên hilbijartin û siyasetê ne. Lê Erdogan dîktatoriyeke faşîst ava dike û dixwaze hemû kesên li dijî xwe jî ji holê rake.

Erdogan dema ji bo mîtînga hilbijartinê hat Amedê, halanên xwe yên şer domandin. Jê re sînorê derew, hîle û bêrêgeziyê nîn e. Erdogan bi gotina "DEM Partiyê ji bilî dengên we tiştekî xwe nîn e" rastiyekê jî îtîraf dike. Rast e; DEM'ê ji gel pê ve tu bingeh û piştgiriyeke xwe nîn e. Ji ber vê yekê bi hezaran endamên DEM'ê û yên li ser wê xetê, di girtîgehan de ne. Her tim bi ser malên wan de digirin. Dijminatiyê li wan dikin. Gefan lê dixwin. Gelek caran partiyên wan girtin. Lê nikarin bê bandor bikin, nikarin wan bikirin. Ji ber ku Erdogan û yên mîna wî, xwe avêtiye ber bestê sermayeyê, klîkên desthilatê yên hundir û derve. Erdogan jî çawa ku navê xwe dizane, her wiha jî dizane; ne ku partiya wî were girtin, hema çi dema ji serokatiyê wê veqete, AKP dê ji hev belav bibe. Ji ber vê, zagon guherandin û li Tirkiyeyê ferz kir ku hem serokkomar û hem jî serokê AKP'ê be.

Lê gotinên Erdogan ên li Amedê “DEM Partî îradeya xwe derdixe bazarê" çi ne? Têkilî an jî tifaqa gengaz a DEM’ê ya bi CHP'ê yan jî partiyeke din re wek bazarkirina li ser vîna xwe nîşan dide. Ê nezane jî dê bibêje qey Erdogan li vîna gel miqate ye û guh dide gel! Heke xema vîna gel dixwe, çima di Newrozê de bersivê nade daxwazên aştî û azadiyê yên bi milyonan mirovan? Gel dengên xwe dan namzetên HDP'ê û wek şaredar hilbijartin. Ev namzet li gorî qanûnên hilbijartinê hatin hilbijartin. Tifaqa faşîst a Erdogan û Bahçelî çi kir? Hilbijartin û vîna gel paşguh kirin. Bi tayînkirina qeyûman, şaredariyên wan desteser kirin. Şaredarî ji kesên hilbijartî standin û li şûna wan karmend lê tayîn kirin.

Bahçelî niha jî heman gefan dixwe: "Cudahiya herî biçûk a di navbera rêveberiya navendî û yên herêmî de, domdariya me û ewlekariya me ya neteweyî dixe xetereyê.” Ew çi ye? Îfadeya bêqusûr a zîhniyeteke faşîst e. Partî û komên berjewendî û çînên cuda dikevin hilbijartinan. Berjewendiyên her kesî ne yek in. Civakeke homojen tune ye. Di navbera partiyan de helbet dê cudahî, nakokî û alozî hebin.

Ya ku jê re demokrasî tê gotin, bihevrebûn û têkoşîna cudahiyan e. Lê Bahçelî dibêje em cudahiyan qebûl nakin, cudahî ewlehiya me dixin xetereyê û dîsa dibêje; ji ber vê yekê jî em ê demokrasiyê û qanûnan bidin aliyekî û li şûna kesên hilbijartî qeyûman tayîn bikin. Gelo Erdogan li hemberî van gef û gotinên faşîzan karî tiştekî bibêje? Na. Wê demê çi eleqeya Erdogan bi parastina îradeya gel heye? Ya ku ji bo Erdogan lazim, ne gel û demokrasî ye. Li gorî wî her tişt ji bo desthilatê ye. Lewma jî divê gelên Tirkiyeyê ji bo dûrxistina Erdogan ji desthilatê û şandina cihê ku heq dike, çi lazim be, bikin.