Eraqçî: Îran û DYAˊyê li ser rêgezên rê nîşan didin li hev kirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Îran û DYAˊyê di hevdîtinên li Swîsreyê de li ser “hin rêzepransîbên rê nîşan didin’ li hev kirine.

Eraqçî: Îran û DYAˊyê li ser rêgezên rê nîşan didin li hev kirin
17 sibat, 2026   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di televîzyona dewletê de axivî û got, "Me li ser rêgezên bingehîn ên ku em ê li ser wan pêşve biçin û dest bi xebata li ser metna peymanek potansiyel bikin, lihevkirinek berfireh bi dest xistiye."

Eraqçî diyar kir ku tûra dawî ya hevdîtinan li gorî hevdîtinên ku di 6’ê Sibatê de li Omanê hatine lidarxistin "avakertir bû” û anî ziman ku her du alî wê li ser pêşnûmeya metnan xebata xwe bidomînin û piştre wê ji bo tûra sêyemîn a hevdîtinan dîrokek were destnîşankirin.