Parêzvanên Niştîmanî gotegotên hatine parvekirin derewandin

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê teqezî li ser hevgirtina "eniya Cebel" da û hebûna tu hemahengî yan jî civîn an jî nakokiyên ku di hin tomar û belavokan de hatin parvekirin derewandin.

Parêzvanên Niştîmanî gotegotên hatine parvekirin derewandin
17 sibat, 2026   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê Telal Amir bi daxuyaniyek diyar kir ku gotegotên der barê hemahengî yan jî amadekar an jî nakokiyên hundirîn de bi hewldana pareçkirina yekitiyê ye. Amir destnîşan kir ku gavên "sabît û erênî" hene ku bi qenalên fermî, bi aliyên aktîv û hevalbendan re têne avêtin.

Fermandariyê da zanîn ku "tu bazarî li ser rûmetê nayê kirin û dev ji mafên xwe bernadin" û bang li şêniyan kir ku guh nedin qeydên dengî û parvekirinên sexte û kî li piş van disekine wê bi rêya desteyên qanûnî yên taybet werin cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de fermandariyê teqezî li ser berdewamkirina rêveçûnê, hevgirtina helwestê û yekitiyê li dijî hewldanên derxistina fitneyan û çandina gumanan da.

(fr)