'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ

Beşên siyasî û civakî diyar kir ku di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de armanceke hevbeş heye ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.

'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
'Enqere û Şam armanc dikin Rêveberiya Xweser têk bibinˊ
25 tebax, 2024   20:08
REQA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi navê "Nêzîkbûna Tirkî-Sûrî, encam û armanc" li hola civînan a navenda MSD'ê ya kantona Reqayê panelek li dar xist. Di panelê de endamên nivîsgehê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurdî, Partiya Avakirin û Pêşxistinê, Partiya Muhafizîn, Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Di serî de lêkoler û nivîskarê rojnameya El Şerq El Ewset El Dîmuqratî Îsmaîl El Xalid mijara yekemîn a panelê ya bi navê "encam û armanc" nîqaş kir.

El Xalid diyar kir ku rejîma dewleta Tirk a dagirker û Sûriyeyê dîktator in, ji ber wê mirov nikare bibêje ku ev pêvajo nêzîkbûnek e û tu sûdeke nêzîkbûnê ya siyasî û aborî tune ye.

El Xalid got: "Peymana Edeneyê di navbera herdu aliyan de ji bo parastina qaşo 'ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê' hat îmzekirin. Di peymanê de hatibû diyarkirin ku artêşa Tirk 5 kîlomtereyan derbasî xaka Sûriyeyê bibe. Lê piştre ew hat sererastkirin û bû 35 kîlometre. Ev jî bi dagirkirina xaka Sûriyeyê tê binakirin."

Piştre siyasetmedar Fexrî Derwêş diyar kir ku armanc ji nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, bi taybet piştî sazkirina Hevpeymana Civakî ku ew jî wek destûra Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Xazî Yasîn diyar kir ku di navbera herdu rejîman de tu peyman tune ne, lê belê ew lihevkirin in. Dewleta Tirk êşên krîzên hundirîn dikişîne û nikare bi dewletên herêmê re dostaniyê bike.

Mijara duyemîn ji aliyê hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad a Reqayê Hisên Osman ve hat nîqaşkirin.

Osman diyar kir ku di destpêka krîza Sûriyeyê de têkiliya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de ne baş bû û wê ji şêniyên Sûriyeyê sûd dît. Dewleta Tirk sûriyeyî kirin çete û ji bo armancên xwe yên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi kar anîn.

Osman diyar kir ku Erdogan hewl dide aramiya Sûriyeyê têk bibe û herêmên sînor dagir bike û got: "Armanceke hevbeş di navbera herdu aliyan de heye, ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

Dûre beşdaran li ser mijara duyemîn nîqaş kir. Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Emîr Xabûr diyar kir ku ew pêvajo ne nêzîkbûn e, lê belê têkbirina îradeya gelên azadîxwaz e û armanca dewleta Tirk a dagirker vejandina Osmaniyê ye.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Omer Ziyab got: "Pêwist e em destwerdanên derve bi dawî bikin. Ji ber ku armanca wan kontrolkirina aboriya herêmê ye. Ji lew re dive em li ser vê mijarê hişyar û zana bin."

Berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî Mehmûd Hebîb got: "Di vê dawiyê de gelê Tirkiyeyê ji AKPˊê nerazîbûnên xwe nîşan dide. Rejîma Tirkiyeyê hewl dide li gorî Peymana Edeneyê dagirkeriya xwe fireh bike û bi kûrahiya 35 kîlometreyan bikeve xaka Sûriyeyê. Da ku aborî, leşkerî û siyaseta xwe xurt bike."

Di dawiya panelê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Receb El Muşrif got: "Heta niha tu nêzîkbûn di navbera herdu aliyan de tune ye û armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya nenavendî ya Rêveberiya Xweser e."

(mh)

ANHA