Eniya Berxwedana Îslamî: Em ji bo derxistina hêzên Tirkiyeyê amade ne

Hêza Soz û Heqîqetê ya Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê, i parlamentoyê xwest ku têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagiker civînek awarte lidar bixe. Eniya Berxwedanê diyar kir ku ew ji bo derxistina hêzên Tirk ji xaka Iraqê amade ne.

Eniya Berxwedana Îslamî: Em ji bo derxistina hêzên Tirkiyeyê amade ne
28 hezîran 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Soz û Heqîqetê ya Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medya û sewqiyatên wê yên leşkerî de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Meqawmey Îslamî de êriş û leşker kêşana dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundên Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin û wiha hate ragihandin: “Divê civînek lezgîn li Parlamentoyê di derbarê vê leşker kêşanê de were lidarxistin û helwestek li dijî êrişên dubare yên dewleta Tirk werin raberkirin. Em ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk a dagirker ji nav xaka Iraq û Herêmê amadene. Her wiha her hêza ku hewla binpêkirina serweriya welatê me bide, emê li hember rawestin. Weke ku li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê rawestiyan.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê demil dest hêzên dewleta Tirk a dagirker ji nav xaka Iraqê vekişin, ji ber ku gelê Iraqê li beramberî vê binpêkirinê bêdeng namîne.

Herî dawî Meqawmey Îslamî da zanîn ku serweriya Iraqê xeta sore û wiha ragihand: “Bi hemû hêza xwe emê bi berdewam xak û gelê Iraqê biparêzin. Her wiha bang li hikûmeta Navendî û hikûmeta Herêmê dikin ku pêngavek cidî û lezgîn ji bo paratina welatiyan ji van êrişan bavêjin.”

Hêjayî gotinêye ku duh Rêxistina CPT ragihand ku di nava 10 rojên borî de dewleta Tirk a dagirker bi sedan tank û hezaran leşker aniye nav xaka Herêma Kurdistanê. CPT diyar kir ku armanca Tirkiyeyê gihiştina çiyayê Heft Tebeq yê li Şêladizê ye û dagirkirina rêzeçiyayê Garê ye ku bi vê yekê Herêm wê ji sedan 70-75’ê sînorê desthilata xwe li Dihokê ji dest bide.