Li başûrê Lubnanê bilanço giran e

Ji ber êrişên dijber ên Îsraîl û Hîzbûllahê yên 10 mehan, li Başûrê Lubnanê 500 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 hezar û 500 avahî hilweşiyan, 12 hezar avahiyan jî zirarek mezin dît.

Li başûrê Lubnanê bilanço giran e
Li başûrê Lubnanê bilanço giran e
Li başûrê Lubnanê bilanço giran e
Li başûrê Lubnanê bilanço giran e
Li başûrê Lubnanê bilanço giran e
2 îlon, 2024   07:05
BEYRÛT
RANIYE UBEYD

Di çarçoveya ragihandina bilindkirina amadekariyan li eniya bakur de ji hêla artêşa Îsraîlê ve, Lubnan di rewşeke rageşiyê de dilîzin.

11 meh di ser şerê Xezayê û şer li eniya başûrê Lubnanê re derbas bû. Gelek hêzên navneteweyî mîna Amerîka û Îranê diyar kir ku ew naxwazin şer firehtir bibe. Lê topbaran û êriş li başûrê zêdetir dibin.

7 HEZAR Û 800 ÊRIŞ

Mudîrê şîrketa Statistics Lebanon a têkildarî ankêt û lêkolînên bazarkirinê Rebîî El Heber ji ajansa me re axivî û daneyên li eniya başûrê Lubnanê derewandin û got êrişên di navbera Hizbullah û Îsraîlê heta Tebaxê 7 hezar û 800 êriş çêbûne û zêdetirî 120 hezar kesan malên xwe tirk kirin.

Li gorî El Heber di encama êrişan de, 110 sivîl û 390 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

El Heber da zanîn ku ji sedî 60 yekîneya niştecihî anku 3 hezar û 200 avahî wêran bûne û bajarokê Îta El Şeeb, Keferkela û Bilîda yên herî zêde zirar lê çêbûne.

3 HEZAR Û 500 YEKÎNEYA NIŞTECIHÎ WÊRAN BÛN

El Heber diyar kir ku zêdetirî 3 hezar û 500 yekîneya niştecihî bi temamî yan jî bi awayekî beşî wêran bûne. Zirarên mezin li 12 hezar yekîneya niştecihîû zirarên biçûk li 20 hezar yekîneya niştecihî yên din çêbûne.

El Heber der barê encamên şer li ser tevgera tûrîzmê de got tevgera beşa tûrîzmê heta ji sedî 70`ê û tevgera balafirvaniyê 5 hezar rêwî kêm bû, lê sala 2023`yan 6 hezar û 500 bû û karê li otêlan jî tenê ji sedî 15 bû.

Li gorî daneyên El Heber parve kirine, heta Tîrmehê li başûrê Lubnanê 480 kes hatine kuştin û hezar û 438 birîndar bûne, zirarên madî li qada avahiyan, tûrîzm û geştiyariyê jî gihaştine 3 milyar dolarî.

DIRÊJKIRINA MAYÎNA UNIFIL SÎWANA ARAMIYA BAŞÛR E

Piştî zêdebûna êrişan di navbera Hizbullah û Îsraîlê de û bersiva Hizbullahê li ser kuştina Fûad Şukir, Konseya Ewlekariyê ya NY`yê bi giştî dirêjkirina mayîna UNIFIL`ê heta saleke din li Lubnanê erê kir.

Her wiha konseyê bang li aktoran kir ku ji bo şer firehtir nebe tedbîrên pêwîst bigirin û li gorî bendên biryara 1701 tev bigerin.

UNIFIL`ê rewşa li Enihya Şîn bi metirsîdar wesifandibû û bang kiribû ku şer bi temamî rawestin û dûre biryara 1701 bikeve pratîkê.

Eniya Şîn jî; sînora ku NY`yê 7`ê Hezîrana 2000`î  di navbera Lubnan, Îsraîl û girên Colanê de xêz kiribû.

Ji vê biyarê diyar dibe ku dewletên dostên Lubnanê girîngiyeke mezin didin îstiqrara li Lubnanê.

ENIYA BAŞÛR DI NAVBERA PIŞTGIRIYA XEZAYÊ Û ŞEREKÎ DIJWAR DE YE

Parlamanetoyekî lubnanî ku navê xwe aşkera nekir, diyar kir ku Hizbullahê Lubnan xistiye nava şerekî ku gelê Lubnanê naxwaze û ev şer, hem Lubnan hema aboriya wê hem lubnanî westandiye.

Der barê biryara mayîna UNIFILˊê de, çavkanî diyar kir ku ev biryara îsbat dike ku civata navneteweyî girîngiyê dide Lubnanê û UNIFIL mîna sîwana bûyerên li başûr e.

Endam û parlamenterê Lîqa El Dîmokratî (Hevdîtina Demokratîk) Bîlal Ebdullah ji ajansa me re got: "Mijar ne piştgirî yan jî nepiştgirîdayîn e. mijar bi aloziya Filistîn û Lubnan ji 1942`yan ve bi dijminê Îsraîlê ve girêdayî ye. Bêalî di vê mijarê de ne mentiqî ye. Îsraîl li bendê namîne ku şer li eniyê başûr dest pê bike, heta êriş Lubnanê bike. Ji 2006`an ve serdestiya Lubnanê û heta niha binpê dike."

Ebdullah diyar kir ku divê Lubnanê nekeve şerekî giştî û ev jî niha rû dide ku herî kêm rêz ji rêgezên şer re tê girtin.

Ebdullah nîşan dide ku rêveçûna şer bi dijminahiya Îsraîlê ve ku 11 meh e komkujiyan li dijî filistiyan dike, girêdayî ye. Civata navneteweyî jî şer nesekinand.

LUBNAN JI BO ŞEREKÎ GIŞTÎ NE AMADE YE

Ebdullah destnîşan kir ku Lubnan li ser asta siyasî, aborî û civakî ji şer re ne amade ye û nikare şerekî demdirêj û giştî bi Îsraîlê re tehemûl bike û geşedanên li Filistînê vê îsbat dikin.

Ebdullah wiha domand: "Hikumeta Lubnanê naxwaze bi Îsraîlê re bikeve şerekî giştî. Em piştgiriya vê helwestê dikin. Lê divê me li bendê bin ku Îsraîl ji van komkujiyan çi dixwaze. Bi şerê li dijî Xezayê heta bi Difa Xerbiye nekir û dive em li benda plansaziya wê ya dijminane li dijî herêmê bin."

SENARYOYA ROJA PÊŞBÎNKIRÎ JI BO BAŞÛR BI ŞERÊ LI HER DU ANIYAN VE GIRÊDAYÎ YE

Li gorî pirsporên leşkerî piştî êrişa Hizbullahê li ser Îsraîlê yê bi armanca bersivdana fermandar Fûad Şukir, eniya piştgiriyê ya başûr, dîsa aloz bû. Li ser asta herêmî jî, çavê her kesî li bersiva Îranê bû ku ew jî li benda danûstandinên Qahîreyê ye yên ku li ser daxwaza Îsraîlê hatine taloqkirin. Bi wê re encamên dan û standinan dê bihêle şerê li herêmê kêm bike, bi taybet jî li Lubnanê. Ji ber ku Amerîka teqez kiribû ku firehbûna şer êdî dûr e.

(şx)

ANHA