’Heya dawiyê bi gerîla re’

Jinên Efrînê diyar kirin ku gerîla bi gel heye û gel bi gerîla heye û gotin: "Bi saya gerîlayên azadiyê destkeftiyên şoreşê tên parastin."

’Heya dawiyê bi gerîla re’
2 îlon, 2024   04:35
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên Efrînê berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker silav kir û diyar kir ku bi hebûna gerîla hemû destkeftiyên şoreşê tên parastin.

Elîf Mihemed diyar kir ku di nava bêdengiya cîhanê de êriş û komployên ji bo tunekirina gelê Kurd û gerîla berdewam in.

Elîf Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Qadên Parastinê yên Medyayê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta qirkirinê li ser gelên herêmê dimeşîne û wiha domand: "Dewletên faşîzm bi rê û rêbazan cuda êrişî ser Qadên Parastinê yên Medyayê dikin. Dixwazin xeyalên xwe yên desthildar pêk bîne ku di tunekirina gerîla de dibînin. Lê belê gerîlayên me tune nabin. Gerîlayên HPG'ê û YJA Star bi têkoşînek xurt li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Armaca dewleta Tirk ji van êrişan bi hevakerên xwe PDK'ê dagirkirina Kurdistanê ye û tunekirina gelê Kurd e."

Elîf têkildarî siyasetên PDK’ê de jî bi bîr xist ku PDK'ê her tim xeta xiyanetê hilbijartiye û wiha pê de çû: "PDK'ê heya roja îro di xeta xiyanetê de dimeşe. Çi li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê û her çar perçeyên Kurdistanê û di girtina rojnamevan, siyasetmedar û hemû gelê de xiyanetî kiriye. Bi vê yekê dixwazin şoreşa rabûye hilweşînin."

Elîf di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Gerîla, zarok, şervan û parazvanê vê şoreşê ne. Wan ev xak parastiye û bi saya wan destkeftîyên me tên parastin. Em bang li tevahî siyasetmedar, rewşenbîr û partiyan dikin ku li hemberî xiyaneta PDK'ê serî hildin."

Newroz Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şeremzar kirin û got: "Em bi gerîla hene û gerîla bi me heye."

Zekiye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina gelê Kurd û gerîlayên azadiyê êrişî Herêmên Parastin yên Medyayê dikin û got: "Ji bo şermezarkirina van êrişan em timî li qadan bin."

Zekiye Mihemed anî ziman ku xiyaneta PDK'ê tu carî nayê qebûkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê bi gerîlayên xwe re bin. Bi saya gerîlayên azadiyê hemû destkeftiyên şoreşa me tên parastin."

(bb)

ANHA