Ji bo hevjiyana azad  xusûsên ku divê jin û mêr pêk bînin

Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna hevjiyana azad xususên ku divê jin û mêr pêk bînin diyar kirine. Ji wan xusuan" Mêrekî ji bo zewacê givrokî bûbe, divê zanibe ku herî kêm bi qasî jinê ketiye bin bandora saziya koletiyê."

Ji bo hevjiyana azad  xusûsên ku divê jin û mêr pêk bînin
2 îlon, 2024   03:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka 5’ana Manîsfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de pirsgirêkên ku zayendperestiya civakî pêş dixin, analîz kiriye û hevjiyana azad wekî rêbazê çareserkirina van pirsgirêkan destnîşan kiriye.

Rêber Abdullah Ocalan di beşek nirxandinên xwe de ji bo pêkanîna hevjiyana azad erk û berpirsyariyên ku jin û mêr de têne xwestin diyar kirine.

Beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

"Dema ku mirov pratîka hevjiyana azad pêş bixe, hin xusûsên girîng hene ku divê jin û mêr ji alî û bereyê xwe ve hay ji wan hebin. Jina ku şensê wê ji bo hevjiyana azad heye yan jî dixwaze bibe xwedî vî şensî xusûsên berê pêşî divê guh bidiyê û bi cih bîne, mirov dikare wisa rêz bike:

a- Dema ku jin bi mêr re hewl da seksualîteyê parve bike, divê hay ji xwe hebe ev bi tenê tatmînkarî û xwetêrkirineke biyolojîk nîne, divê berê pêşî zanibe ku ev dişibe wê rewşê, mîna ku bi piling re di qefesa wî de razê, bi penceke hêz û desthilatdariyê re rûbirû be. Nexasim rewşa esaretê û birçîbûnê ya piling di qefesê de, dikare bike ku mêr pencên xwe bêhtir bi kujerî bi kar bîne. Divê jin baş pê zanibe kengî bi têkiliya zewacê ya klasîk ket qefesê ew êdî bi hêsanî sax ji wir dernakeve; berdêla vê yan wê bi canê xwe bide yan jî wê bibe mêpilingeke êsîrbûyî. Mêpiling jina bûye mêr temsîl dike, gelekî kirêt û keraxî ye. Têkiliya cinsî ya di navbera mêrê hegemonîk û jina mêroke ya bi temamî teslîmbûyî de di pêkhatina vê kirêtî û rezîliyê de bi rola sereke radibe. Roja mêr jinê ji keçikanî dixin wê rojê serbilind in, di binê vê de tatmîn û têrbûna cinsî (diyardeya biyolojîk) nîne, ji ber ku di vê têkiliyê de têkiliya desthilatdar-kole pêk hatiye mêr serbilind e. Kengî jin ji keçikaniyê tê xistin, ev ji bo wê dibe destpêka koletiyeke bêsînor. Rê li ber hisa efendiyê desthilatdar vedike û ev jî tê wê maneyê ku ji mêraniya xwe piştrast bûye. Paşê ev rêbaz li ser lawikan tê ceribandin. Saziya koletiyê li ser herdu cinsan jî hat pêkanîn. Jin bi qasî mêr li pey têkiliya cinsî naçe û ev jî têkiliya xwe bi saziya koletiyê re heye. Çalakiya têkiliya cinsî ya ku modernîteya kapîtalîst ew bêsînor zêde kiriye, amûrekî koletiyê ye ku bi awayekî herî berfireh li ser cinsê mirov hatiye ferzkirin; bêsînor derfet û îmkan dide desthilatdarî û mêtinkariyê. Gelekî girîng û manedar e ku pirraniya dînan bi guman nêzî vê têkiliyê bûne, ji ber ku kirêt e, mirov dixe, û rê li ber neheqîqetê vedike.

b- Jin nebûbe keseke zewacê, divê ji bîr neke ku di her qada civaka mêrê serwer de mêr ê bi psîkolojiya pilingekî her kêlî xwe çeng bike ser nêçîra xwe tevbigere, lewma divê ew jî şêwazê tevgera xwe li gorî vê pêk bîne. Piling kengî firsendê bibîne ango kengî astengekî civakî yê karibe jê bibihure derkeve pêşiyê, wê pencekî xwe biavêje jinê. Mêrê desthilatdar di vê kêliyê de wê ti sedema exlaqî û wijdanî nas neke û wê bixwaze jinê bike nêçîra xwe. Ne sergirtina dînî, ne jî huqûq li pêşiya vê asteng nînin. Divê jin bi vê rewşê zanibe û wisa derkeve qada civakî, ya rastî, garantiyeke xweparastinê nebe divê jin danekeve qadên civakî yên xirûxalî û kes lê tinebe.

c- Divê jin ji bîr neke ku hedefa bingehîn a modernîteya kapîtalîst ew e, jinê bike koleyeke modern, nexasim vê jî hem bi rêbazên hişk ên hêza pere û desthilatdariyê îfade dikin, hem jî di serî de wêje bi rêbazên nerm ên hêza hunerê nîşan didin pêk tîne. Modernîte li hemberî jinê, çi bi rêbazên pere û desthilatdariyê, çi jî bi gelek sozên ji bo eşqê dide, di wê pozîsyonê de ye ku ji mêrê civaka berê qatbiqat zêdetir bi hêza êrişê rabe. Li hemberî hêza xeternak a mêrê serwer pere û desthilatdariyê, gera jinê ya li jiyana azad ji xeyaleke tewş wêdetir ti maneya xwe nîne. Herçiqasî bi tevahî bi duristî û tevgerên xwe yên xweşik nêzîk bibe û li pey hevjiyana azad biçe jî jin li hemberî mêrê modernîteya heyî nikare xwe ji têkçûnê rizgar bike. Ango her rê wê bibe koletiya jinê ya modern.

 d- Eger jin tevî vê civaka mêrê serwer hemûyî di azadmayînê de israr bike, hingê divê yan xwe li jiyaneke tenêbûna wê mezin an jî li zehmetiyên milîtaniyek e ku her kêliya wê bi têkoşîna sosyalîstiyê tijî derbas dibe, ragire. Tenêtî ji bo rewşên marjînal e. Jiyana sosyalîst jî jiyaneke xwedawendan a di hemtayê çanda xwedawendên berê de ferz dike. Divê neyê jibîrkirin ku yek ji xisletên xwedawendan ew bû ku bi mirovên mêr re nedizewicîn. Lê kengî mêr bû xweda, em ji dîrokê dizanin ku ji xwedawendan zêde tiştek nema. Ya ji jinê re dimîne melekbûn e. Lê jina bûye melek jî jina hinekî hêza xwe ya cins wenda kiriye temsîl dike. Jineke bi vî rengî, di civakê de ji rola qasidbûnê wêdetir ti rola wê namîne. Di mîtolojiyê de fîgura Înanna-Afrodît jineke cudatir e. Rûyekî jinê yê xweşikiya xwe, balkêşiya xwe ya cinsî û hêza xwe ya bedenî hê ji dest nedaye temsîl dike. Înanna-Afrodît weke Xwedawenda Eşqê hêmana hevjiyanê ya lê bigere, ew hêman e ku karibe hevjiyana azad pê re parve bike. Divê baş were fêhmkirin ku bi pirranî hêmanekî bi vî rengî bi tenê nîv-xweda û nîv-mirovekî mêr ê mîna Prometheûs e. Di dîrokê de û di roja me ya îro de ev hêman an jî bi pirranî mêr, mirov bi tenê dikare weke fîgurekê tesewir bike. Bi şerekî dûrî aqilan mirov dikare wî berbiçav bike. Jin heta xwedayên bêmaske yên xwe bi hêzên xeternak ên modernîteya kapîtalîst gurçûpêç kirine têk nebe nikare xwe pêk bîne. Ev berbiçavkirineke zor e, lê bêîmkan nîne. Sosyalîstbûn, hinekî jî berbiçavkirina îmaja Înanna-Afrodît û Prometheûs pêkan e.

Ji bo mêrekî li pey hevjiyana azad diçe, xusûsên berê pêşî divê pêk bîne mirov dikare xulase weha bîne ziman:

a- Ev mêr jina derkeve pêşberî wî, divê baş zanibe ku di bin şaristaniya pênc hezar salî û hegemonya wê ya kapîtalîst a pênc sed salî de li her cure şertên koletiyê hatiye gerandin. Çareyeke bi tenê ya vê jinê heye, li hemberî mêrê bûye piling bibe mêpiling. Stratejî û kêlî bi kêlî taktîkên jiyana wê bi tevahî li ser vî bingehî hatine avakirin. Eger em mijarê berevajî bixwînin, ew jî li gorî xwe xwediyê qefesekê ye, li hevalmêrekî digere ji bo bixe hundirê wê. Eger mêr li pey hevjiyaneke azad be, rizgarbûna ji stratejî û taktîkên jineke bi vî rengî herî kêm bi qasî yên jina kole zor in. Jineke bi vî rengî, bi stratejî û taktîkên xwe koletiyê ferz dike, lewma mêrekî sosyalîst ê li pey hevjiyaneke azad berê pêşî divê li vê qadê têbikoşe û heta li vê qadê bi ser nekeve nikare ji bo têkoşîna civaka sosyalîst gavê biavêje.

b- Mêrekî ji bo zewacê givrokî bûbe, divê zanibe ku herî kêm bi qasî jinê ketiye bin bandora saziya koletiyê. Ji bo ev mêr ji bandorên wê yên neyênî bibihure divê di mekanê malê de timî li pey jiyana sosyalîst bibeze. Bi jina kole re jiyan bi koletî dibe, çewt dibe. Ji bo mirov karibe ji çanda mala giştî (kerxaneyê) ya taybetî bûye bibihure, divê mirov karibe bibe xwediyê çanda hevjiyana azad.

c- Li dijî çanda cinsperest a modernîteya kapîtalîst ku mirovan ji rê derdixe, divê mirov timî û bi awayekî serketî bi nefsa xwe re şer bike. Stratejî û taktîkên ji bo teslîmgirtina mêr hatine pêşxistin herî kêm bi qasî êsîrtiya jinê, mêr diqedînin. Divê mirov ji bîr neke ku di modernîteya kapîtalîst de mêr ji aliyekî ve bi tenê weke mêrtiya biyolojîk hatiye nepixandin û zêde mezinkirin, li aliyê din jî ew bi tevahiya çanda wî ya civakî kirine jinkok û pîrek. Mêrê biyolojîk ê zêde cinsperest ji aliyekî ve dikin piling, li aliyê din jî bi çanda jinkokiyê (jina kolebûyî) wî dikin mîna pisîkekê. Heta ku ev mêrtiya modernîte ferz dike neyê hilweşandin, mirov nikare bibe sosyalîst û nikare ji bo civaka sosyalîst têbikoşe.

d- Tevî van hêmanên neyênî gişan jî ji bo hevjiyana azad herî kêm bi qasî têkoşîna jina azad têkoşîna mêrê azad jî divê. Ji bo mêrek azad bibe, divê mirov karibe ji kesayeta mêrê ku civaka mêrê serwer ew kiriye kole, bibihure. Di rastiya me ya civakî de hê jî ariftî heye û divê mirov karibe xwe bigihîne wê mertebeyê. “Mirov weke mêr ji diya xwe nabe, mirov paşê dibe mêr” di çarçoveya vê gotinê de mirov dikare bibêje, mirov weke mêrê şaristaniyê were dinê jî mirov dikare bibe mêrê azad. Forma mêrtiya Prometheûsî di serdema me de mirov bi tenê dikare bi zanist, felsefe û hunerê modernîteya demokratîk berbiçav bike. Divê mirov bi girîngî fêhm bike ku mîtolojî, dîn, felsefe, zanist û huner ji bo jiyanê ne, û rola wan a sereke pêkanîna hevserî û hevaltiya azad e, û di vê çarçoveyê de divê mirov wan exlaqî û estetîk bike. Zewacên hemdem ên heyî dewama çanda xanedaniya hiyarerşîk in. Ev çand bi qasî heft hezar salan temenê xwe heye. Li qada vê çandê nirxên bingehîn ên civaka dewletdar têne çêkirin û destavêtinê weke norm û namûsê bi kesayetên mêr û jin didin qebûlkirin. Ji ber ku ev çanda destavêtinê ya bi armanca desthilatdarî û mêtinkariyê li kesayetan bar dikin, eşq pêk nayê, gelek jin û mêr hevdu ber didin û malbat ji hev belav dibin. Li dijî vê çanda destavêtinê, mirov dikare civaka sosyalîst û azad, bi kesayetên kêlî bi kêlî bi felsefe, zanist, etîk û estetîkê têne barkirin, pêk bîne. Eşkere ye ku hevjiyana azad a li ser vî bingehî çêbibe, wê her tim ji bo ferd û civakê rê li ber xweşikî, rastî û qenciyê veke.

Jiyana bi heybet û mûcîzewî ya ku modernîteya kapîtalîst ew hilweşandiye, em dikarin wê bi tenê bi hevjiyana azad, kesayeta wê ya sosyalîst û têkoşîna wê ya civakî bi dest bixin û parve bikin. Ji bo vê jî divê mirov ji zarokatiyê dest pê bike, nexasim jî keçikan bi zêhniyet û saziyên modernîteya demokratîk perwerde bike, bi têkoşîna civakî ya sosyalîst demokratîk praktîze bike û vê yekê weke şêwazê jiyanê bipejirîne, ji xwe re bike karekter û bi dest bixe."

(bb)