Sibe hevpeyvîna bi Mazlûm Ebdî re ya li ser dadê ya Hesekê tê weşandin

Ajansa me sibe (duşem) hevpeyvîneke taybet bi Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî re diweşîne. Di hevpeyvînê de Mazlûm Ebdî li ser dosyaya dadwerî û dadê ya parêzgeha Hesekê diaxive.

Sibe hevpeyvîna bi Mazlûm Ebdî re ya li ser dadê ya Hesekê tê weşandin
10 gulan, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dawiyê de dosyaya dadwerî û dadê yek ji dosyayên herî berbiçav li herêmê ye. Li dijî rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî li ser Qesra Edlî û daxwaza çareserkirina dosyaya dadê li parêzgehê çalakiyên gel dewam dikin.

Der barê mijarê de ajansa me hevpeyvînek bi Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re çêkir. Ebdî behsa dosyaya dadwerî û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên li hember proseya entegrasyonê ya li gorî peymana 29ˊê Çileyê derdikevin dike.

Mazlûm Ebdî di hevdîtina xwe de behsa gelek dosyayên girêdayî mekanîzmaya pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê û pêşdeçûnên girêdayî saziyên dadweriyê yên li herêmê dike.

Sibe (duşem) hevpeyvîna tevahî tê parvekirin.

(fr)

ANHA