’Armanca dewleta Tirk vejandina DAIŞ’ê ye’

Endamên Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirkrer ji êrişan vejandina DAIŞ’ê ye.

’Armanca dewleta Tirk vejandina DAIŞ’ê ye’
16 ÇILE, 2024   07:41
REQA
ENES MIHEMED

Endamên Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Reqayê Xedîce El Cerif diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê sûcên şer in û got: "Em jî bi hevgirtinekê li hember van êrişan li ber xwe didin. Em ê soza me daye şehîdên xwe yên leheng pêk bînin. Em ê rê nedin dewleta Tirk a dagirker xaka me ya pîroz qirêj bike."

Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mehyedîn El Dêf destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û wiha domand: "Ji bo vê armancê pêk bîne binesaziya herêmê û sivîl û jin û zarokan dike hedef. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên aramî û ewlehiyê diparêzin dike armanc."

El Dêf diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tevliheviyê çêke û DAIŞ zindî bike.

Cîgira serokê Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatme El Elî wiha axivî: "Em êrişên dagirkeriyê yên tirsonek ên bi balafirên bêmirov şermezar dikin. Piştî erêkirina hevpeymana civakî ya nû dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê giran kirin, ji ber ku ev gava me tirs xist dilê dagirkeran."

(mh)

ANHA