Meleyan banga hevgirtina civakî kir

Meleyên li kantona Cizîrê bal kişandin ser girîgiya yekirina zimanê olî, redkirina dûrxistin û cudakariyê û avakirina civakek li ser bingeha hemwelatîbûn û edaletê. Her wiha bal kişandin ser rola jinan û nirxên jiyana hevbeş li Sûriyeyê.

Meleyan banga hevgirtina civakî kir
Meleyan banga hevgirtina civakî kir
Meleyan banga hevgirtina civakî kir
Meleyan banga hevgirtina civakî kir
Meleyan banga hevgirtina civakî kir
Meleyan banga hevgirtina civakî kir
Meleyan banga hevgirtina civakî kir
Meleyan banga hevgirtina civakî kir
21 kanûn, 2025   15:29
HESEKÊ

Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro, li Navenda Çandê ya Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê civîneke berferh ji meleyan re li dar xist. Gelek oldar, rewşenbîr û nûnerên tevgerên siyasî û civakî beşdar bûn.

Civîn bi axaftina, hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed Elî dest pêkir. Şêx Mihemed Elî bal kişand li ser biratî û hevgirêdana mirovan.

Ji rêveberên  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen jî li ser helwestên dûrxistin û pêkanîna fitneyê li Sûriyeyê diaxivî. Hesen destnîşan kir ku înkarkirina pirrengî û dewlemendiya etnîkî û olî berdewam dike. Her wiha destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê guhertinek rastîn di zihniyeta navendîparêz de pêk nehatiye û hîna jî yek ziman û yek nêrîn tê ferzkirin.

Hesen diyar kir ku pirsgirêka bingehîn li Sûriyeyê nebûna destûrek dadperwer û qanûnên ku mafên hemû weltiyan misoger dikin e. Hesen bi bîr xist ku li deverên cûda yên welêt binpêkirin û kiryarên tundiyê berdewam dikin.

Cîgirê hevserokên Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mazin Harûnî jî li ser qonaxa krîtîk a ku welat tê re derbas dibe, axivî. Harûnî bal kişandin ser girîgiya yekirina zimanê olî, redkirina dûrxistin û cudakariyê û avakirina civakek li ser bingeha hemwelatîbûn û edaletê.

Hevseroka Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê Xilûd Ebdo jî bal kişand ser rewşa jinan di dîroka Îslamî de.

Piştî axaftinan beşdarên civînê jî nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina nirxên jiyana hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(k)

ANHA