Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragiahnd ku endamê wan Xezwan Xelîl Emîn di encama krîza dil de şehîd bûye.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
18 cotmeh, 2025   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamekî wan şehîd bûye. Di daxuyaniyêde hate gotin: “Endamê me Xezwan Xelîl Emîn duh dema ku li Dibistana Şehîd Zagros a li gundê Til Mensûr erka xwe yê pîşeyî di xizmeta gelê me de pêk dianî, bi krîza dil şehîd bû.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em sersaxiyên xwe yên kûr ji malbat û xizmên şehîd re dixwazin. Em soz didin gelê xwe ku em ê li ser rêya erk û berpirsyariyê, bi dilsoziya qurbaniyên şehîdên xwe yên ku ji bo ewlehî û aramiya herêmên me canê xwe daye, berdewam bikin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Xezwan Emîn

Navê Bav: Xelîl

Navê Dayikê: Tarfa

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Topo, 1978

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê, 2016

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Mensûr, 17 Cotmeh