Li Qamişlo 213 xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê 213 xwendekarên ku sala xwendinê ya 2024 – 2025 de pileyê bilind qezenc kirine, xelat kir.

18 cotmeh, 2025   17:12
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ji bo xwendekarên refa 12`n ên ku di sala xwendinê 2024-2025`an de, pileyên bilind qezenc kirine, îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo şahiyek li darxist.

Xwendekarên serkeftî, nûnrên Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan tevlî şahiyê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwar Elî axivî û got: "Bi vê mûnasebetê hemû şehîdan bi bîr tînin. Îro ger em tiştek wisa dibînin ku keç û xortên me digihêjin vê astê cihê ser bilindiyê ye, em serkeftinê ji xwendekarên xwere dixwazin û cihê şanazî û kêfxweşiyê ye ku em îro xwendekarên xwe li vir dibînin. "

Piştre Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Gulîstan Îsmaîl axivî û got:"Ji destpêka şoreşê heya îro em berxwedaniyê dikin, îro xwendekarên me bi pileyên herî bilind derbasî zaníngehan dibin û em gelek kêfxweşin. Malbatan roleke sereke di serkeftina van xwendekaran de lîstiye û hêştine ku îro bighêjin vê astê."

Piştre xwedekara bi navê Rehma Osman helbestek der barê zimanê Kurdî de xwend.

Di dawiya şahiyê de xwendekarên sereftî hatin xelatkirin.

(fk/k)

ANHA