Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yesêr El Cerû di encama krîza di de şehîd bû.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
1 tebax, 2025   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku endamê wan Yesêr El Cerû şehîd bûye.

Di daxuyaniya fermandariyê ya têkildarî mijarê de hate gotin: “Endamekî hêzên me li kantona Dêrezorê dema ku erka xwe ya parastina ewlehî û aramiyê pêk dianî, di encama krîza dil de şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û ji malbata şehîd Yesêr El Cerû û ji hemû hevalên wî re dixwazin û soz didin giyanê wî yê paqij û hemû şehîdên me yên birûmet ku em ê dilsozê rê û qurbaniyên wan bin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Yesêr El Cerû
Navê Bav: Selêm
Navê Dayikê: Xalîse
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Mihêmêde, 1983
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: El-Kesra 01.08.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Mihêmêde, 31-7-2025