Hevserokê berê yê KCDK-E’yê hate tehliyekirin

Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç di dadgeha li bajarê Karlsruhe yê Almanyayê de bi şert hate tehliyekirin.

Hevserokê berê yê KCDK-E’yê hate tehliyekirin
1 tebax, 2025   15:35

Hevserokê berê yê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç hate tehliyekirin. Li gorî agahiyên ku ji parêzera Koç, Fatma Sayin dane ANF’ê; îro di dadgeha li bajarê Karlsruhe yê Almanyayê dde biryar hatiye dayîn ku bi şertê ku hefteyê 2 rojan îmzeyê bide, Koç hatiye berdan. 

Parêzer Fatma Sayin têkildarî mijarê got: “Di temamiya biryara tehliyeyê ya heyeta dadgehê de rewşên takekesî ku muwekilê min ev 35 sal li Elmanyayê dijî, xwedî maf e ku heta hetayê li Elmanyayê rûnê, mayîna hemû endamên malbata wî yên sax a li bajarê Bremenê, navnîşanên xanî û cihên kar ên li Bremenê li ber çavan hate girtin.”

Li gorî agahiyên ku malbata Koç dane, dayika Yuksel Koç duh li mala xwe ya Bremenê jiyana xwe ji dest daye. Parêzerê Koç diyar kir ku Yuksel Koç li eywana dadgehê hîn bûye ku dayika wî wefat kiriye.

Der heqê siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç de di 20’ê Gulanê de di çarçoveya madeya 129b’yê ya Yasaya Cezayên Elman a têkildarî “emdamtiya rêxistina terorê” de ji aliyê Dadgeha Federal a li Karlsruheyê ve biryara girtinê hatibû dayîn û piştre jî ew şandibûn Girtîgeha Bremenê.