Endamê P.D.K.Sˈê: Pirsgirêka Kurd bi xebata hevpar çareser dibe

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Remzî Şêxmûs diyar kir ku yekitiya Kurdan daxwaza gel e û bang li tevahî alî û gelê Sûriyeyê kir ku dûrî destwerdanên derve diyalogan bikin.

Endamê P.D.K.Sˈê: Pirsgirêka Kurd bi xebata hevpar çareser dibe
18 kanûn, 2024   04:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Remzî Şêxmûs serketina şoreşa gelê Sûriyeyê û bidawîbûna serdestiya rejîma Baasê li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Remzî Şêxmûs bi bîr xist herî zêde Kurdan ji ber binpêkirin û zilma pergala neteweperast a rejîma Baasê êş kişand û got vê rejîmê ji salên 1960ˈî ve Kurd ji mafên wan ê medenî bê par hiştin û nasnameya sûriyeyî ji gelek kesan stand.

‘DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK NE REWA NE’

Şêxmûs êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Kurdan û koçberkirina xelkê wê, nêzîkatiyên wê yên li hemberî pirsgirêka Kurd, her wiha destwerdanên wê yên nerewa şermezar kirin.

Remzî Şêxmûs ku ji bajarê Efrînê ye, got: "Xewna her koçberekî efrînî ew bû ku hilweşandina rejîma Baasê li qadên giştî yên bajarê xwe yê dagirkirî pîroz kiriba, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê careke din bi hêza çekê ew ji Şehbayê koçber kirin, komkujî li dijî wan kirin û senaryoya dagirkirin û qirkirina Kurdên Efrînê ya 2018ˈan dubare kir."

‘DIVÊ ŞAŞIYA HESEN XEYRÎ NEYÊ DUBAREKIRIN’

Remzî Şêxmûs anî ziman ku divê tevahî partî û aliyên Kurd di vê pêvajoya dîrokî de bi rihê berpirsyariyê tev bigerin, nakokiyên xwe deynin aliyekî û daxwazên civaka xwe bigihînin aliyên eleqedar.

Şêxmûs bi domdarî got: "Yeknebûn û dubarekirina şaşiyên Hesen Xeyrî dê bibe sedema dubarebûna dîroka reş a ku ji dema îmzekirina Peymana Lozanê ve dest pê kiribû. Ev jî dê bandorê li siberoja Kurdan bike. Çareseriya herî guncaw yekitî û beşdariya çalak a avakirina welatekî ji bo tevahî sûriyeyiyan e.”

Remzî Şêxmûs bi domdarî got: "Em dixwazin di hevpeymana civakî yan destûra nû ya Sûriyeyê de mafên tevahî pêkhate, gel, mezheb, neteweyên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes, êzidî û durzî di bin dirûşma ˈwelat têra her kesî dikeˈ de werin parastin. "

Remzî Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir ku dûrî destwerdanên derve, bi taybetî destwerdanên dewleta Tirk ên ku xizmeta siberoja Sûriyeyê nakin, diyalogan bikin û li ser tevahî xalan li hev bikin.

HESEN XEYRÎ KÎ YE?

Hesen Xeyrî sala 1881’an li gundê Axzunik ê navçeya Xozat a Dêrsimê ji dayik bûye.

Dema ku sultanê Osmaniyan Ebdulhemîdê Duyem bi armanca serweriya li tevahiya herêman mektebên eşîran vekirin, Hesen Xeyrî jî yek ji kesên yekemîn bû ku li van mekteban xwendiye.

Piştî ev dibistan qedandiye, li navçeya Sîwereg a Rihayê tev li Alayên Hemîdiyeyê bûye. Her wiha di qedemeyên cuda yên artêşê de cih girtiye.

Di sala 1916’an de ji ber komkujiyên ku li Erzînganê yên li dijî elewî û Ermeniyan pêk hatine, îstîfa kiriye.

Di sala 1920’an de wek parlamenterê Dêrsimê çûye Enqereyê. Di meclisê de wek parlamenterê muxalîf tê zanîn. Di vê navberê de pêwendiya wî bi Seyîd Riza û serokên din ên eşîrên Dêrsimê re çêbûye. Li hemberî komkujiya Koçgiriyê bêndengiya meclisê rexne kiriye.

Di dema hevdîtinên Lozanê de, bi cilên kurdî diçe parlamentoyê, li wir axaftin kiriye. Her wiha nameyek ji şandeya Konferansa Lozanê re şandiye û gotiye Kurd û Tirk ji hev cuda nabin.

Mustafa Kemal Ataturk axaftinên ku şandeya Tirk li Lozanê kirine, ji Hesen Xeyrî re ragihandine û jê rica kiriye ku bêje Kurd li parlamentoyê bi wekîlên xwe tên temsîlkirin û xwestiye bi cilên neteweyî were meclisê. Hesen Xeyrî jî bi cihên neteweyî hatiye û axaftinek li ser welatê hevpar kiriye. Nameyek ji şandeya Lozanê re şandiye.

Di sala 1925’an de ji ber vê axaftina xwe ku bi kurdî jî axivîbû û lixwekirina cilên kurdî, hatiye darvekirin.

(bb)

ANHA