Gundiyên Lacanê li dora gund konan vedidin

Şêniyên gundê Lacan ê Hewlêrê li derdora gundê xwe dest bi vedana konan kir. Şêniyên gund daxwaza vekişîna hêzên PDK’ê û berdana kesên hatine girtin dikin.

Gundiyên Lacanê li dora gund konan vedidin
2 kanûn, 2025   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh hêzên ser bi PDK’ê ve bi darê zorê xelkê gundê Lacan ê Hewlêrê ku piraniya wan ji eşîra Herkî ne, ji gundê wan derxistin. Xelkê gund duh bi şev li derve şeva xwe derbas kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, 29’ê Mijdarê xelkê gundê Lacan çalakiyek li dar xist û xwest ciwanên wan jî li bîra neftê ya petrolê ya Lanazê werin xebitandin.

Xelkê gund li ser rê çalakî kiribû û rêya bîra petrolê girtibû. Piştre çekdarên PDK’ê bi çekan êrişî gundiyan kir û di encamê de, şofêrekî barhilgirekê ku ji Kerkûkê bû, jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Gelek şênî jî hatin destgîrkirin.

Ji bo piştgiriya xelkê gundê Lacan, şeva borî li navçeya Xebat a Hewlêrê şêniyan xwepêşandan li dar xist, PDK’ê jî hêzeke zêde tevî çekên giran şand navçeyê.