Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12 mijdar, 2024   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serlêdaneke din kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî,  Sûzan Akîpa û Îbrahîm Bîlmez ve hate kirin.

Her wiha parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.