Encamên ezmûnên sala xwendinê ya 2023/2024ˊan derket
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro encamên bawernameyên xwendekarên refa 9ˊan û amadehî derxist û rêjeya serketinê ragihand.
![Encamên ezmûnên sala xwendinê ya 2023/2024ˊan derket](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_6681806b16c8a.jpg)
Desteyê, encam bi rêya lînkê belav kir û xwendekar dikare bi rêya wê li gorî nivîsandina hejmara xwe û qonaxa xwendina xwe encamên xwe derxe.
Li gorî desteyê, xwendekarên ezmûnên amadehî pêşkêş kirine 3 hezar û 97 bû û rêjeya serketinê jî ji sedî 69,1 e.
Her wiha xwendekarên ezmûnên refa 9ˊan kirine jî 6 hezar û 442 bû û rêjeya serketinê jî ji sedî 58,9 e.
Lînka wergirtina encamê: https://desteya-perwerde.com/archives/1453
(fr)