Siyasetmedareke Ermenî: Pêşniyara me Rêveberiya Xweser e

Cîgira hevserokên Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya Ermenî Kohar Xecedûryan destnîşan kir ku ji ber kirinên HTŞ`ê dilê wan ne rehet e û got “Ji bo hemû gelê Sûriyeyê sîstema Rêveberiya Xweser a herî baş e.”

Siyasetmedareke Ermenî: Pêşniyara me Rêveberiya Xweser e
25 ÇILE, 2025   04:00
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî rewşa Sûriyeyê ya bi rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û helwesta gelê Ermen cîgira hevserokên Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kohar Xecedûryan ji ANHA`yê re axivî.

Kohar Xecedûryan diyar kir ku ji ber kirinên HTŞ`ê dilê wan ne rehet e, komên çete yên girêdayî wê hikumetê li hemberî şênî û herêmê xirabiyan dikin û wiha got: “Di guhertina materyalan de xwestine yek rengî bidin Sûriyeyê wekî ku li Sûriyeyê neteweyek, pêkhateyek û olek bi tenê heye, dîrok tê rakirin ji bo xiristiyanan jî gotineke ku xiristiyanan dike çand, bi kar tîne. Ev gav dihêle ku tevlihevî di navbera xiristiyanan û pêkhateyên din de bê derxistin. Ji bo gelê Sûriyeyê ev kirinên ku pêk tên ne cihê kêfxweşiyê ne. Hikumeta demkî rewş û nasnameya pêkhateyên li Sûriyeyê di ber çavan re derbas nake û paşguh dike.”

Kohar Xecedûryan destnîşan kir ku ew wek gelê Ermen ji gelê resen ên li Sûriyeyê ne û xwedî mohr in û wiha dom kir: “Em jî wekî her pêkhateyekê azadiya xwe ya neteweyî, olî û çandî dixwazin. Em dixwazin cejnên xwe yên neteweyî û olî pîroz bikin, bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û bixwînin. Li kêleka van xwestekan divê sembolên me yên olî bên parastin. Îro roj komên terorîst ên tundraw dara me ya sersalê şewitand, gorên xiristiyanan talan kirin û kiryarên wekî serjêkirin û kuştinê pêk tînin.”

Kohar Xecedûryan da zanîn ku wan wek Ermen pêşniyar kiriye ku sîstema Rêveberiya Xweser a bi hişmendiya neteweya demokratîk li Sûriyeyê belav bibe û wiha anî ziman: “Di heyama 10 salên derbasbûyî de em li herêmê bi Rêveberiya Xweser re bi awayekî azad bi çand, siyaset, aborî û ola xwe re jiyane. Ji bo avakirina Sûriyeyeke wekhev ji bo hemû gelê Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk a herî baş e.”

ANHA