Emerîka Husî xistin nav lîsteya ‘rêxistinên terorê’

Emerîka Husiyên li Yemenê xistine nava lîsteya ‘Rêxistinên terorê yên biyanî.

Emerîka Husî xistin nav lîsteya ‘rêxistinên terorê’
4 adar, 2025   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Marco Rûbîo ragihand ku wan Husiyên li Yemenê xistine nava lîsteya ‘Rêxistinên terorê yên biyanî’. Rûbîo yê daxuyaniyek nivîskî da diyar kir ku wan li ser karnameya serokatiyê ku berî niha Serokê Emerîka Donald Trump îmze kiribû dest bikar kirine.

Rûbîo di daxuyaniya xwe de ev got: “Îro Wezareta Karê Derve yek ji sozên ku Serok Trump dest bi erkê kiribû dabû, bicih tine. Wezaret ji ber xistina Nesrûlah a weke Husî tê nasîn a nava lîsteya ‘rêxistinên terorê ya biyanî’ kêfxweşiya xwe tine ziman.