Têkoşîna jinan a dehsalan: 8’ê Adarê

Roja Jinan a Cîhanê boneyeke cîhanî ya xelatkirina destkeftiyên jinan di hemû qadan de ye. Di vê rojê de jî bal li ser mafên jinan û têkoşîna wan a li dijî zayendperestî, tundî û paşguhkirinê tê kişandin.

Têkoşîna jinan a dehsalan: 8’ê Adarê
5 adar, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Têkoşîna jinan a ji 168 salan ve, a ku bi 8’ê Adarê tacîdar bûye, bi awayekî xurt heta roja îro didome. 116 sal e bi awayekî fermî ev roj tê pîrozkirin. 

Girêdayî wê jî, 8’ê Adarê ne tenê boneyeke ji bo pîrozkirinê ye, ji wê zêdetir ew derfeteke nû ya dubarekirina soza xurtkirina têkoşînê û misogerkirina maf û destkeftiyên din ên jinan e.

ŞOREŞA NAN Û GULAN

Dema em li dîroka daxwazên diyarkirina Roja Jinan a Cîhanê vegerin, em ê têkoşîneke dûrûdirêj û fedakariyên pir mezin ên ku jinan ji bo maf û hebûna xwe kiriye, bibînin. Ev têkoşîna tijî zehmetî û êş bi Roja 8’ê Adarê hat tacîdarkirin ku bû sembola wekhevî, edaletê û naskirina bi mafên jinan li seranserî cîhanê.

DESTPÊK JI XWEPÊŞANDANÊN NEW YORKÊ BÛ

Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê xwepêşandanên pêşîn ên jinan dest pê kirin. Bi hezaran karmendên kargehên takstîlê ku piraniya wan jin bûn, grev ragihandin û banga başkirina rewşên dijwar ên xebitînê kir. Lê li hemberî wê polîsan tundiyeke hovane da meşandin.

Piştî 50 salî anku di 1907’an de bi sedan karmendên jin ên New Yorkê bi xwepêşandaneke aştiyane ku di destê xwe de nan û gul hildabûn, li dar xist. Xwepêşandêran banga başkirina rewşên xebitînê, standina mafê dengdanê û bidawîkirina şuxilandina zarokan kir.

Di xwepêşandanan de dirûşma “Nan û Gul” hat bilindkirin. Mebest jê mafên aborî (nan) û rûmeta mirovan (Gul) bû. Vê jî zexteke mezin li berpirsên siyasî kir ku pirsgirêka jinên karmend bixin nav rojeva xwe.

KONFERANSA COPENHAGEN’Ê YA 1910’AN

Bi gurbûna tevgera jinan re, di sala 1910’an de konferansa neteweyî ya sosyalîst a jinên karmend li paytexta Denmarkê Copenhagenê hat lidarxistin. Di konferansê de zêdetirî 100 jinên ji 17 dewletan, ji wan têkoşerên naskirî, beşdar bûn.

Di konferansê de çalakvana Almanî ya di warê mafên jinan de ya naskirî Klara Zetkin pêşniyar kir ku rojeke cîhanê ji bo jinan were diyarkirin ku li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya mafên jinan û banga wekheviyê were pîrozkirin.

Klara Zetkim dîrokek anku rojeke taybet ji bo vê rojê diyar nekir lê belê ev pêşniyar bi berfirehî û bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin.

Klara Zetkin yek ji parêzvanên herî xurt ên mafên jinan bû û rola jinan di siyaset û saziyên karmendîtiyê de xurt kir û hişt doza wekheviyê li ser asta cîhanê were belavkirin.

Di 9’ê Adara 1911’an de li Austirya, Denmark, Almanya û Swîsrayê ji bo cara yekemîn Roja Jinan a Cîhanê hat pîrozkirin.

ŞEWATA NEW YORKÊ YA 1991’AN ÇIRÛSKA DESTPÊKÊ

Lê dîsa jî, bangên jinan ên di çarçoveya vî sînorî de di vê de nesekinîn. Di 25’ê Adara 1911’an de şewateke mezin bi kargeheke cilûbergan a li New Yorkê ket. Di encamê de zêdetirî 140 karmendên jin jiyana xwe ji dest da. Li hemberî vê hêrseke pir mezin hat nîşandan û di encama xwepêşandanan de jî gelek qanûnên der barê karmendan de hatin guhartin , ne tenê karmendên jin, her wiha ji bo tevahî karmendan.

Di 1914’an de jî jinên Ewropayê di yekşema dawîn a meha Sibatê de bi xwepêşandanekê şer şermezar kir. Jinên Rûsyayê jî ji ber zehmetiyên di encama şer û kêmbûna xwarinê de bi dirûşma “Ji bo nan û aştiyê” daketin xwepêşandanan.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ROJA JINAN A CÎHANÊ RAGIHAND

Di encama têkoşîna bi dehsalan a li seranserî cîhanê de, Neteweyên Yekbûyî (NY) di 1975’an de Roja Jinan a Cîhanê diyar kir û banga pîrozkirina wê rojê û xurtkirina wekheviyê kir. Piştî 2 salan jî NY’ê bi fermî roja 8’ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê ragihand.

ROJA JINAN A CÎHANÊ ŞAHÎ Û DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ

Tevî ku 8’ê Adarê ji bo pîrozkirina destkeftiyên jinan êdî bû rojeke cîhanî, lê dîsa jî wekî roja têkoşîna li dijî zayendperestî, tundî û newekheviyê jî tê dîtin. Hemwextî pêkanîna destkeftiyên mezin li hin dewletan, gelek jinên li deverên din ên cîhanê di bin zordariyê de ne û zehmetiyên ji ber zayendperestî, tundî û binpêkirinê dikişînin.

Nan û Gul” jî ne tenê bîranîneke dîrokî ye, her wiha peyama têkoşîna domdar a pêkanîna edalet û wekheviyê û misogerkirina mafên jinan li her derê.

(mh/fr)

ANHA