Peyama Tulay Hatîmogullari ji bo jinên Rojhilata Navîn

Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, peyamek ji jinên Rojhilata Navîn û Sûriyê re şand û got: “Divê jinên Ereb, Kurd, Fars û Ermen li hev bicivin û têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin.”

Peyama Tulay Hatîmogullari ji bo jinên Rojhilata Navîn
5 adar, 2025   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari ji ajansa me re axivî û bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek ji jinan re şand.

Tulay Hatîmogullari di 27’ê Sibatê de di serdana dawîn a şandeya Îmraliyê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî bû û piştî hevdîtinê ji bo ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ragihîne û bi raya giştî re parve bike, beşdarî civîna çapemeniyê ya şandeyê ya li Stenbolê bûbû.

Tulay Hatîmogullari di peyama xwe ya ji bo jinan de ku bi zimanê erebî şandiye, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinên Rojhilata Navîn xwedî wateyeke mezin e û got: Ev roj têkoşîna mezin a jinan ji bo maf û azadiya xwe tîne bîra me.”

Tulayê anî ziman ku pêdiviya jinan bi azadiyê û parastina mafên xwe heye û got: "Ji ber vê yekê birêxistinkirina jinan gelekî girîng e. Jiyan a me ye, azadî jî ya me ye, em dikarin azadiya di destên xwe de mezin bikin.”

Tulay Hatîmogullari bang li jinan kir ku têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin û wiha dewam kir: "Divê jinên Ereb, Kurd, Faris û Ermen li hev bicivin, têkoşîna xwe bi hev re xurt bikin û vê têkoşînê geş bikin. Ji ber ku sedsala 21`an sedsala jinan e, lewma ji bo bidestxistina Jin, Jiyan, Azadî, divê em têkoşîna xwe xurttir bikin.”

(k)

ANHA