Emar Hekîm bang li Êzidiyan kir: Li ser xaka xwe bimînin

Serokê Eniya Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm bang li Êzidiya kir ku li ser xaka xwe bimînin û biparêzin. Hekîm got; “Hedef girtina Êzidiyan tê wateya, hedef girtina hemû Iraqiyan.”

Emar Hekîm bang li Êzidiyan kir: Li ser xaka xwe bimînin
3 tebax 2024   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Eniya Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêkhatibû, daxuyaniyek belav kir.

Serokê Eniya Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm di daxuyaniya xwe de got; “Ew jenosîda ji aliyê DAIŞ’ê ve bi serê Êzidiyan de hat, heya niha jî li bîra mede ye û hîn jî bandora vî sucî maye, ji ber ku dem nikare birînên ku bandorê li ser wijdana mirov dike, ji holê rake.”

Emar Hekîm bang li Êzidiyan kir ku girêdayî axa xwe bin, têde bimîn û biparêzin.

Emar Hekîm di dawiya daxuyaniya xwe de jî got; “Hedef girtina Êzidiyan tê wateya hedef girtina hemû Iraqiyan. Ez bang li aliyên peywendîdar dikim ku pêvajoya avakirina herêmê bileztir bixe û ji bo dosya jinên windabuyî yên Êzididî lêkolînê bikin. Herwiha tezmînata darayî û piştigiriya ji bo xizmên qurbaniyan dabîn bike.”