‘Em soza şopandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî didin’

Malbatên şehîdan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist û soza şopandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî da.

27 ÇILE, 2024   16:14
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Hola 8ˊê Adarê ya li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi dehan şêniyên her du taxan û malbatên şehîdan civînek ji malbatên şehîdan re li dar xist.

Di civînê de endama Rêveberiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî û îşaret bi berxwedaniya Rêber Abdullah Ocalan raber dike kir û wiha got: "Dema em tiştekî giranbiha mîna azadiyê dixwazin, divê em berdêla wê jî giranbiha bidin. Rêber Abdullah Ocalan jî gava yekemîn di oxira vê yekê de da destpêkirin û di oxira azadiya gelê xwe de tê dikoşe."

Avaşîn wiha domand: "Ruxmî tecrîd û siyasetên derexlaqî yên li dijî wî, lê dev ji doz û gelê xwe berneda. Me çanda berxwedana ji wî girt. Bi saya wê em destkeftiyan bi dest dixin."

Avaşîn diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîfkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya gelan divê rêça berxwedanê were şopandin.

Dûre sînevîzyonek li ser siyasetên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin û civîn bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(fr)

ANHA