‛Em hewl didin Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ava bikin’

Pêkhateya Asûrî û pêkhateyên din ên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê şehîdên 23’yê Sibatê yên ku di bersivdana êrişên çeteyên DAIŞ’ê li dijî bajar û gundewarên wan ên 2015’an , bi bîr anîn.

23 sibat, 2025   21:21
HESEKÊ

Li dêra El Qedîse ya bajarê Til Temirê bi beşdariya nûnerên ji pêkhateyên bajêr ji Ereb, Kurd, Suryan û Asûriyan, nûnerên ji partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û fermandarên leşkerî yên herêmî merasîma bîranîna hat lidarxistin. Di merasîmê de mûm hatin pêxistin û axaftin li ser pêwîstiya avakirina Sûriyeya nû de ku xwe bispêre pirrengî û nenavendiyê, hatin kirin.

Endama Desteya Giştî ya Partiya Asûrî ya Demokratîk Cemîle Kako axivî û got: "Em bang li civata navneteweyî û hikumeta Sûriyeyê dikin ku berpirsiyariyên xwe li hemberî gelê Asûrî û gelên herêmê rakin û destê her kesên di pêkanîna sûcan de heye lêpirsîn bikin."

Li aliyekî din jî hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî Şamîran Denho ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê girîngî da têkoşîna hevbeş û got: "Em hewl didin Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan tê de hebe, ava bikin."

Şamîran amaje bi berxwedana Bendava Tişrînê kir ku mînaka vîna gelan a ku nayê têkbirin e.

Çeteyên DAIŞ’ê di 2015’an de êrişî Til Temirê û gundewarên wî kir ku di encamê de bi dehan sivîl û şervanên bersiva êrişan dane, hatin qetilkirin. Di demekê de ku hîna herêm rûbirûyî rageşî û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne, ev salveger tê.

(fr)

ANHA