’Em fitneyan red dikin, em bi diyalogan re ne’

Di çalakiya protestoyî ya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hate gotin, divê dawî li fitneyê were danîn, rê werin vekirin û bi rêbazên siyasî pirsgirêk werin çareserkirin.

’Em fitneyan red dikin, em bi diyalogan re ne’
6 cotmeh, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî danîna satirên axî, girtina rêyan û bicihakirina çekan li derdora her du taxan a ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz de çalakiyek protestoyî li beramberî satiran li dar xist. Hemwextî çalakiyê dronên hêzên hikumeta veguhêz li ser xwepêşandêran digerin.

Amîne Xidro bi navê şêniyên her du taxan axivî û got: "Ew aştîxwaz in. Em  şer naxwazin. Rejîma berê jî hewl da ewlehî û aramiya her du taxan têk bibe lê têk çû."

Amîne Xidro anî ziman ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bajarê Helebê tevahî Sûriyeyî ne, lê hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de tên kirin. Amîne diyar kir ku çalakiya wan ji bo rêgirtina li ber fitneyan e û daxwaza rakirina bedan kir. Her wiha destnîşan kir ku Sûriyeyî wê li ser xaka Sûriyeyî bimînin.

Amîne Xidro bang li hikumeta veguhêz kir ku li gel guhdarî bike û daxwazên wê bi cih bîne.

Şêx Elî El Hesen destnîşan kir ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xelkê Helebê wekî xwişk û birayên xwe dibînin û hewldanên derxistina fitine û şer li her du taxan red kir

Şêx Elî El Hesen banga vekirina rêyan, rêgirtina li ber rageşiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên siyasî kir.

Ji rûspiyên eşîra El Dîdan El Beraziye li Sûriye, Şêx Ehmed Sadiq Heyder jî bi navê şêx û rûspiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî û diyar kir ku ew li dijî fitneyan e.

Şêx Ehmed Sadiq Heyder anî ziman ku ew gelên yek welatîî ne û ji bo parastina xwe çek ranekirine.

Şêx Heyder di dawiya axaftina xwe de got, divê bendên axî werin rakirin û diyalog esas werin girtin.

(bb)

ANHA