Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê

Jina ciwana ya bi navê Rezan Delê bi hunera xwe hem debara xwe dike û hem jî hunera xwe nîşan dide.

Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
Hunera wê jê re bûye çavkaniya debarê
7 cotmeh, 2025   07:30
HUMIS

Li hemberî rewşa aborî ya dijwar, xebatên jinan derdikevin pêşin. Gelek jin bi hunera xwe hem debara xwe û ya malbata xwe dikin û hem jî hunera xwe nîşan didin. 

Jina ciwan a bi navê Rezan Delê ji bajarê Humisê ye, ji zarokatiya xwe ve ji karê hunera destan hez kir û hewl da xwe bi pêş bixe.

Rezanê peymangeha hunerî xwendiye. Piştre beşa baxçeyê zarokan jî xwend. Rezan bi demê fêrî wênexêzî û çêkirina cil û bergan jî dibe, hunerên xwe di pêşangehên li Humisê de nîşan dide.

Rezanê ku cîhana zarokan wekî bingeha huner û afirîneriyê hilbijartiye, xwe ji çarçoveya hunera klasîk dûr xistiye. Rezan karakterên kartonî diafirîne û bi rêya wê rêbazên nû pêşkêş dike.

Rezan dewreyên perwerdeyê yên hunerî li navendê vedike. Her wiha kargehên çêkirina hunerên wekî gul, werîs, tentene û wêneyan bi rêxistin dike. Di hunera xwe de caw û berhemên xwezayî bi kar tîne.

Rezan diyar dike ku armanca wê ew e ku cihekî daîmî ji bo bazarkirina hunera xwe diyar dike. Her wiha dixwaze bi rêya atolyeyan û dewreyên perwerdeyê yên di navenda çandî de çanda hunerên destan biparêze û nirxa wan a perwerdeyê bi pêş bixe.

(bb)

ANHA