`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`

Beşdarên merasîma sersaxiyê yê şehîdan li bajarokê Girbawî yê Qamişloyê, gotin ji bo parastina welêt, hevgirtin gelek girîng e.

`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
`Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin`
31 cotmeh, 2023   18:24
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo û gundên wê berê xwe da konê taziyê yê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilbirîn Amed (Hemedullah Toprak) û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Demhat Qamişlo (Tamir Îbrahîm).

Konê taziyê li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Girbawî hatibû vegirtin.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatme El Casim sersaxî da malbatên her du şehîdan.

Fatme got: "Me bingehên jiyana hevbeş û neteweya demokratîk ji Rêbertî nas kirin û tu hêzên cîhanê nikarin me ji şopa Rêberê dûr bixin."

Her wiha, hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Girbawî Mihemed Xelîl soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sûfî destnîşan kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca têkbirina îradeya şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk in û got: "Em ê tola hemû hevrêyên xwe hildin."

Hevrêya şehîd Dilbirîn Amed û endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin Newroz Hisên der barê şehîd de wiha axivî: "Ew bi doz û têkoşîna gelê xwe bawer bû û her tim ji bo pêkanîna aştiyê û rizgarkirina gel ji siyasetên dagirker û dijminan tê dikoşiya. Dawiyê di wê oxirê de canê xwe feda kir."

Endama Kongra Stara Qamişlo Hindirîn Xelîl banga hevgirtin û bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, kir.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û ji bo malbat û hevrêyên wan hatin radestkirin.

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh)

 ANHA