PENa Kurd banga serbestberdana Silêman Ehmed kir

Navenda PENa Kurd têkildarî revandina edîtorê beşa erebî yê Roj Newsê Silêman Ehmed daxuyaniyek da û got li gor yasayên heyî, revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed, binpêkirina yasayê ye û got; “Vê rewşê li Herêma Kurdistanê zemînek metirsîdar ji bo rojnamevan û azadiya fikir û ramanê ava kiriye.”

PENa Kurd banga serbestberdana Silêman Ehmed kir
31 cotmeh, 2023   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda PENa Kurd der barê revandina edîtorê beşa Erebî yê Rojnews Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya PENa Kurd de tê gotin li gor yasaya rojnamevanî ya hejmar 35 a sala 2007’an a Parlementoya HeRêma Kurdistanê nabe bi ti rengî rojnamevan werin girtin. Ji ber vê çendê revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed binpêkirina rasterast a yasayê ye.

Di beşek din a daxuyaniya PENa Kurd de tê diyarkirin ku tometên asayîşa Dihokê ya ku xistine li ser Silêman Ehmed cihê matmayînê ye ku gotine ‘girtina wî ne ji ber karê rojnamevaniyê ye’. PENa Kurd dibêje bi heman tometan rojnamevan û çalakvanên Behdînanê jî pê hatin tawanbarkirin û her yek ji wan çend sal cezayê girtîgehê lê birîn.

Di dewama daxuyaniyê de tê diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê zemînek metirsîdar ji bo rojnamevan û azadiya fikir û ramanê avabûye. Ji ber nêzîkatiyên hikûmetê yên li beramberî dengên azad de roj bi roj nîşanên pirsê li ser zêde dibin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî PENa Kurd Hikûmeta Herêma Kurdistan bi taybetî jî rêveberiya asayîşa Dihokê ji çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed berpirs nîşan dide û daxwaz kir ku zextên li ser rojnamevanan werin rakirin û Silêman Ehmed were berdan.