‘Em ê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin’

Koçberên Efrînê yên li kantona Efrîn û Şehbayê dimînin, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

‘Em ê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin’
‘Em ê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin’
‘Em ê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin’
‘Em ê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin’
‘Em ê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin’
26 gulan, 2024   06:17
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan û birîna “cezayên dîsîplînê” didomîne. 

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25`ê Adara 2021`an bi birayê xwe re bi rêya telefonê 5 deqeyan axivîbû. Her wiha parêzaran jî 7`ê Tebaxa 2019`an pê re hevdîtin kiribû.

Koçbera bi navê Werde Eybo têkildarî mijarê got: "3 sal e me tu agahî ji Rêberê xwe wernegirtiye. Dewleta Tirk dixwaze Rêber Abdullah Ocalan ji me dûr bixe."

Werdeyê destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, di Rojhilata Navîn de projeya herî serkeftî ye û wiha domand: "Em gelê Rojava, bêdengiya rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar dikin."

Koçbera bi navê Nebîhe Hebeş jî got: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîdê giran dike, ji ber ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan azad in."

Nebîhe ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewleta Tirk her çi qas bike jî nikare têkiliya di navbera Rêber Abdullah Ocalan û gelê wî de qut bike."

Necah Mele Reşîd jî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide, ji ber ku banga mafê gelê xwe kir ku bi aştî bijî.”

Necahê tecrîd û cezayên li Rêber Abdullah Ocalan tên birîn, şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin. Her wiha soz da ku tê bikoşin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

(şx)

ANHA