Rêveberiya Xweser dê li welatên Ereban rêzehevdîtinan pêk bîne

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li welatên Ereban hevdîtinên dîplomatîk pêk bînin.

Rêveberiya Xweser dê li welatên Ereban rêzehevdîtinan pêk bîne
26 gulan, 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên dîplomatîk wergirtine, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê li welatên Ereban hevdîtinên dîplomatîk bimeşîne.

Çavkaniyan dîroka hevdîtinan diyar nekirin, lê bal kişandin ku di demek nêz de wê ev hevdîtin pêk werin.

Hat destnîşankirin ku wê hevdîtin di asta jor de pêk werin.

Li gorî çavkaniyan di hevdîtinan de wê mijarên wekî, “Êriş û gefên li ser herêmê, pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, geşkirina aboriyê, xeteriya DAIŞ`ê” werin gotubejkirin.  

ANHA