Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin

Xelkê Hesekê cenazeyê şehîd Ebdulezîz Hesen El Ezîz li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kir.

Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
25 gulan, 2024   21:06
HESEKÊ

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulezîz Hesen El Ezîz di 5ˊê Gulanê de di dema li ser erka xwe de bû şehîd bû. Bi dehan xelk, endamên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Li goristanê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mistefa Beşar axivî û got: "Şehîdan di oxira parastina ewlehî û aştiyê de canê xwe da û şehadet wergirt."

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn endamê rêveber Hilo Serêkaniyê axivî û got: "Em bejna xwe li hember dayikên şehîdan ditewînin û di şexsê vî şehîdî de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd Ebdulezîz Hesen El Ezîz di nava tiliyên dayikan de hat veşartin.

(fr)