Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê semînerek bi beşdariya rewşenbîr, akademisyen û mamosteyên zimanê Kurdî li Hesekê da. Di semînerê de bal li ser girîngiya parastina zimanê dayikê û xurtkirina wê di tevahî warên çandî û perwerdehiyê de hat kişandin.

Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
Li Hesekê semînera parastina zimanê Kurdî û pêşxistina wî
18 gulan, 2026   21:50
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî "Astengî û paşeroja zimanê Kurdî li Rojava" li Parka Xwendinê ya Hesekê semînerek da. Di semînerê de rewşenbîr, nivîskar, akademisyen û mamosteyên zimanê Kurdî amade bûn.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nivîskar Umran Yûsif semîner bi rê ve bir. Yûsif behsa rewşa zimanê Kurdî li Rojava, zehmetiyên pê re rû bi rû dimîne, paşeroja wî ji bo pêşxistin û xurtkirina wî di tevahî warên perwerdehî, çandî û civakî de kir.

Yûsif diyar kir ku Mîr Celadet Bedirxan bi kovara "Hawar" û alfabeya latînî bû xaleke diyar di dîroka zimanê Kurdî de. Ev gav wek şoreşeke çandî bû ku zimanê Kurdî vejand, rêzikên nûjen bi rêxistin kir û rêya wêje, rojnamevanî û perwerdeya bi Kurdî vekir.

Di dewamê de Yûsif destnîşan kir ku zimanê dayikê temsîla stûna bingehîn di parastina nasnameya gelan û hebûna wî ya dîrokî de dike.

Yûsif bal kişand ser qonaxên dîrokî yên zimanê Kurdî tê re derbas bûye, her wiha behsa siyasetên paşguhkirin, qedexekirin û hewldanên tunekirinê çi bi rêya mehrûmkirina Kurdan ji fêrbûnê çi jî bi rêya sînordarkirina wê tenê di saziyên fermî û çandî de, kir. Lê ruxmî van hemû siyasetan zimanê Kurdî bi saya rewşenbîr, wêjevan û mamosteyan hat parastin.

Yûsif diyar kir ku Şoreşa Rojava di rêveçûna zimanê Kurdî de xaleke werçerxê ava kir, ji Kurdan re derfet yekemîn vebû ku bi zimanê xwe yê dayikê bi awayekî berfireh û birêxistinkirî fêr bibin. Li kêlek wê jî bi sedan navend û peymangeh hatin vekirin, pirtûk û materyal bi zimanê Kurdî hatin amadekirin.

Di dawiyê de Yûsif got pêdiviya qonaxa heyî bi hevgirtina rewşenbîr, saziyên çandî û perwerdehiyê heye ku ziman were parastin, xebat were kirin ku di destûra Sûriyeyê de bibe zimanê fermî.

(fr)

ANHA