Parêzer El Mele: Destûreke demokratîk dê dawî li qeyranan bîne

Parêzer Mesûd Xelef El Mele anî ziman ku divê bi lez li Sûriyeyê destûreke demokratîk were nivîsandin ku dawîn li qeyranan bîne, jiyana siyasî bi rêxistin bike û baweriyê di nava sûriyeyiyan de çêke.

Parêzer El Mele: Destûreke demokratîk dê dawî li qeyranan bîne
24 gulan, 2026   05:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Parêzer Mesûd Xelef El Mele li ser girîngiya ku li Sûriyeyê destûreke nû were avakirin, ji ajansa me re axivî.

Mesûd Xelef El Mele nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê wek gaveke girîng di vê qonaxê de bi nav kir û got: "Destûr bingehên qanûnî û siyasî yên ji bo avakirina welatekî aram piştî salên şer û aloziyan datîne. Bi avakirina destûreke nû dê şêwazê rêveberiyê were birêxistinkirin, mafên welatiyan mîsoger bibin, rê li ber vegera despotîzm û tevliheviyê bigire.  Di heman demê de hêviya siberojeke li ser bingeha edalet û tevkariyê dide sûriyeyiyan. Nivîsandina destûreke nû her wiha gaveke bingehîn a avakirina dewleta welatîbûn û qanûnî ye, ji ber ku maf û erkên welatiyan diyar dike û xebatên saziyên dewletê bi rêxistin dike, rê li ber zêdegaviyên desthilatê digre û wekheviya di navbera hemû welatiyan de li pêşiya qanûnê mîsoger dike. Dîsa jî têkiliyên li ser esasê edalet û baweriya di navbera gel û dewletê de ava dike."

El Mele di dewama axaftina xwe de bingehên herî girîng ku divê her destûreke demokratîk û piralî ji bo Sûriyeya pêşerojê li ser were avakirin, vegotin û bal kişand ser van xalan: “Bingehên herî girîng divê rêzê li mafên mirovan û azadiyên giştî bigire, divê wekheviya di navbera hemû welatiyan de bê cudahî pêk bîne. Her wiha divê desthilat ji hev cuda bin û  dadwerî serbixwe be. Divê desthilat bi rêya hilbijartinên azad û dadperwer û aştiyane were veguhastin. Ji bingehên din divê azadiya raman û derbirînê û hebe û pirrengiya neteweyî, olî û çandî li Sûriyeyê were qebûlkirin û rêgeza hemwelatîbûnê û serweriya qanûnê wekî stûnên bingehîn ji bo avakirina dewleteke aram û dadperwer werin sepandin."

El Mele destnîşan kir ku derengxistina nivîsandina destûreke nû dê gelek xetereyan bi xwe re bîne û der barê van xetereyan de got: "Rewşa bêîstiqrar a siyasî wê bidome û parçebûna di nava sûriyeyiyan de wê zêde bibe. Her wiha dê valahiya qanûnî û bêsazîbûn jî dewam bike. Di heman demê de dê baweriyên bi çareseriyên siyasî kêm bibe û temenê qeyran û pevçûnan dirêj bibe. "

Parêzer Mesûd Xelef El Mele got ji bo ku pêvajoya nivîsandina destûrê ne şeklî be yan jî ne girêdayî berjewendiyên siyasî yên teng be, divê şefaf û berfireh be, divê nûnerên tevahî beşên civakê beşdar bin, di heman demê de divê azadiya nîqaşê, serxwebûna komîteya destûrê û beşdariya pisporên hiqûqî werin garantîkirin, her wiha divê reşnivîsa destûrê ji bo nîqaşa giştî û referandûmê jî were pêşkêşkirin da ku pejirandina belgeyek ku îradeya tevahî sûriyeyiyan nîşan dide, were mîsogerkirin.

(bb)

ANHA