‘Em ê tê bikoşin heyanî ku Rêbertî bi fîzîkî azad bibe’

Endamên Kongra Star ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

‘Em ê tê bikoşin heyanî ku Rêbertî bi fîzîkî azad bibe’
17 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Daxwazên xelkê herêma Cizîrê bi taybet ên jinan ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pabendbûna bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk zêde dibin.

Endama Kongra Star Nehla Ehemd got: “Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî û peymanên têkildarî mafên mirovan binpê dike. Di kesayeta Rêber Apo de tevahiya gelê Kurd û jinên têkoşer dikin hedef. Di vê pêvajoya hesas de rolekî mezin ê Rêbertî heye. Rêbertî ji bo demokrasiyê, jiyana hevbeş û avakirina civakê li ser bingehê edalet û wekheviyê, proje û çareserî pêşkêş kiriye. Eger projeyên Rêbertî pêk werin dê dawî li şer û pevçûnan were. Her wiha rolê pêşengtiya civakê da jinan û got ku azadiya jinê bingehê azadiya civakê ye. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî gaveke berbi azadiya jin û gelan e." 

Her wiha ji rêveberên Kongra Star a bajarokê Abrê Besret Murad axivî û got: “Em qebûl nakin ku heyanî niha Rêber Apo fîzîkî azad nebûye. Bi saya Rêbertî jinan xwe û dîroka têkoşîna xwe naskirin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, heyanî ku Rêbertî fîzîkî azad bibe.”

Endama Kongra Star Emîne Hisên jî got: “Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên li hemerî gelê Kurd dixwazê gelê Kurd û jinan bêdeng bike û ji bo gel xwe bi xwe birêve nebe, astengî çêdikin. Bi fikir û ramanên Rêber Apo re jin di nava civakê de berpirsyariyê radikin, xwe bi rê ve bibin û parastina xwe bikin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heyanî ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.”

(np)

ANHA