‘Axaftin li ser serxwebûna Sûriyeyê hîna ji rastiyê dûr e’

Di salvegera derxistina hêzên Fransayê ji Sûriyeyê de, pirsa ‘gelo Sûriye serbixwe ye?’ tê bîra mirov. Hêzên derve destwerdana Sûriyeyê dikin û saziyên dewletê ne çalak in. Ji ber vê yekê serxwebûna Sûriyeyê bi rewşa siyasî ve girêdayî ye.

‘Axaftin li ser serxwebûna Sûriyeyê hîna ji rastiyê dûr e’
17 nîsan, 2026   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Her sal gelê Sûriyeyê roja 17`ê Nîsanê (1946) derxistina hêzên Fransayê ji Sûriyeyê bi bîr tîne. Dibe ku dawî li dagirkirina Fransiyan hatibe lê ji ber derbeyên leşkerî û destwerdana hêzên derve mirov nikare bibêje ku Sûriye bi temamî serbixwe ye. 

Sûriye bi fermî dewleteke serbixwe ye û di asta navneteweyî de tê naskirin. Lê belê di rastiyê de ji ber destwerdanên leşkerî yên derve li ser xaka Sûriyeyê, ne serbixwe ye. Dibe ku di aliyê qanûnî de serbixwe be lê nikare xwe bi rê ve bibe.

Endamê Bloka Neteweyî ya Sûriyeyê û lêkolîner Tarik El Ehmed dibêje axaftina li ser serxwebûna Sûriyeyê hîna ji rastiyê dûr e.

‘LI HOLÊ DEWLET NÎN E’

Tarik El Ehmed got: “Gelekî zehmet e ku em îro Sûriyeyê wek dewleteke serbixwe bibînin. Ji ber dewleta ku hêza xwe wenda bike, êdî hêza artêşa xwe jî wenda dike. Dema ku artêş hilweşandin û nikarin li ser bingehê zanist û niştîmanî ji nûve ava bikin, ev yek bû sedema ku dewlet lewaz bibe. Eger çareseriya siyasî nebe û avakirina saziyên dewletê berdewam neke, zehmet e ku em behsa dewleteke rast an jî sîstemeke daimî, bikin. Rewşa niha nêzî `desthilatdariya fîîlî` ye. Bi gelek rê û rêbazan Sûriyê hatiye dagirkirin û destwerdana wê dikin. Hêzên leşkerî yên biyanî li Sûriyeyê hene û destwerdana kar û barê hundirîn ên Sûriyeyê dikin. Ji berê vê yekê krîzên Sûriyeyê kûr dibin û nikare serbixwe be.”

Lêkolînerê sûriyeyî got: “Eger dewlet ji nû ve were avakirin, dê serxwebûna rastîn pêk were. Divê hêzên siyasî yên Sûriyeyê cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigirin û sîstemeke yekgirtî were avakirin.”

MODELA DEWLETÊ YA GUNCAV

El Ehmed anî ziman ku dewleteke laîk û medenî dê hemû gelan biparêze. Mezhebperestî û netewperestî dewletê parçe dikin. Divê Sûriye li ser sîstema nenavendî were birêvebirin ku her kes bikare cihê xwe tê de bigire.

DIYALOGA NETEWEYÎ Û AVAKIRINA SIBEROJÊ

Tarik El Ehmed diyar kir ku divê kongreyeke diyalogê ya neteweyî ya cidî û rastîn were lidarxistin û got: “Berevajî kongreyên ku berê hatin organîzekirin û negihaştin encamê, divê hemû hêzên siyasî û kesayetên giştî beşdarî kongreyê bibin. Ev kongre dibe ku çend rojan bidome. Tê de destûreke nû ya Sûriyeyê were nivîsandin û qanûnên bingehîn werin diyarkirin. Mezhebperestiyê sûc bibînin û yekitiya dewletê xurt bikin. Eger Sûriye ji nûve were avakirin û her kes tev lê bibe, wê demê mirov dikare behsa serxwebûna rastîn bike. Sûriyeya siberojê bi hevgirtina sûriyeyiyan û avakirina dewletê li ser bingehê edalet û yekitiyê ve girêdayî ye."

(np)

ANHA